Sînevîzyona 'rêveberiya cewherî' a xwendevanan bi birîna elektrîkê hat asteng kirin
16:00
JINHA
AMED - Komeleya Xwendevanên Azad a Zanîngeha Dîcleyê, ji bo şermezarkirina girtin û binçavkirinên xwendevanên Zanîngeha Dêrsimê çalakiya piştgiriyê lidarxist û berxwedana xwendevanan silav kir. Her wiha pêşandana sînevîzyona derbarê rêveberiya cewherî de ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.
Komeleya Xwendevanên Azad a Zanîngeha Dîcle, bi armanca danasîna reveberiyên cewherî û polîtîkayên zext û binçavkirinê ya polîsan ku li ser xwendevanên Zanîngeha Dersîmê dimeşîne protesto bike, daxuyaniya çapemeniyê da. Xwendevan, xwestin ku li Faqûlteya Perwerdehiyê ya Ziya Gokalpê pêşandana sînevîzyonê bikin lê polîsan astengî derxist û elektrîkê birîn. Piştî ku polîsan elektrîk birî, xwendevan ji bo daxuyanîya çapemenîyê çûn ber Faqûlteya Perwerdehiyê. Di daxuyanîyê de dovîzên "Dîcle serhildan e ji Dersîmê re silav e" ,"Hun çiqas bibin DAIŞ em ê jî bibin Kobanê" hat vekirin. Sloganên "Kujer polîs ji zanîngehê bicehime", "Kurdistan wê ji faşîzmê ra bibe goristan" hat berzkirin. Li ser navê xwendevanan endamê komeleyê Cemîl Oruç axivî û diyar kir ku zext, zor û zilma dewletê ketiye nav tax, daristan û malên gelê Kurdistanê.
Cemîl got ku li Kurdistanê ewlehiya canê gel nemaye û wiha berdewam kir: "Ji ber vî jî gelê me reveberiyên cewherî îlan kir. Erdogan di 2006'an de gotibû ku 'zarok be jî jin be jî, kî dibe bila bibe çi pewîst be em ê wî bikin.' Niha jî heman tiştê dike. Jin û zarokan dikuje, qetil dike. Gelê Kurdistanê heta îro têkoşîna xwe daye wê ji vir şûn ve jî bide."
'Ferqa AKP û DAIŞ'ê ji hev nemaye'
Cemîl da zanîn ku di demên dawî de Hikûmeta AKP'ê hewldanên binçavkirin û girtina xwendevanan zêde kiriye û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em berxwedana hevalên me yên Zanîngeha Dersîmê silav dikin û pîroz dikin. Hikûmeta AKP'ê êdî ji Çîller, Agar û Evrenê jî xirabtir bû. Ferqa DAIŞ û AKP'ê ji hev nemayê. Edî AKP bûyê weke DAIŞ."
Piştî daxuyanîyê girseya xwendevanan belav bûn.
(rc)