Ji KJA'yê têkîldarî şîdeta li hemberî jinan perwerde
16:10
JINHA
COLEMÊRG - Li Geverê KJA'ê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî jinan perwerde da jinan.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA), têkîldarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan perwerdehiya şîdeta li ser jinê dan jinan. Perwerdehî li Mala Şînê ya taxa Eskî Kişlayê hat dayîn. Di perwerdehiyê de Jinên Meclîsa Gel û gelek jinên taxa Eskî Kişlayê amade bûn. Endamên KJA'ê şîdeta ku ji dîrokê heta niha li ser jinan ji aliyê dewletê tê kirin hate nîqaşkirin. Jinên ku tevlî perwerdeyê bûn şîdeta ku ji aliyê zilam û pergala dewletê ve ya rojane dijîn anîn ziman. Di perwerdehiyê de jinan li ser pirsên ku kirin jî nîqaş kirin.
(rc)