Jinên ku astengiya polîsan derbas kirin ji bo Selamet meşiyan
16:32
JINHA
MÊRDÎN - Hevbirên KJA'ya Mêrdînê piştî çalakiya rûniştiyê ya ji bo şermezarkirina kuştina dayîka 5 zarokan Selamet Yeşîlmen xewstin bimeşin. Polîsan hewl da çalakiya jinan asteng bikin, ligel astengiya polîsan jî jinan meşa xwe domandin.
Li ser bangewaziya hevbirên Kongreya Jinên Azad (KJA) gelek jin li Parka Karayolariyê kom bûn û ji bo Selamet Yeşîlmen a ku li Nisêbînê ji hêla polîsan ve hat kuştin çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Êdî dawî li tundiya ser jinan bînin" hilgirtin û bê navber dirûşme berz kirin. Jina bi navê Perîhan Agaoglu diyar kir ku 6 roj in gelê Nisêbînê di bin tecrîdê de ne û bi komkujiyê re rû bi rû ne. Perîhan lanet li kujerên Selamet Yeşîlmen barandin û ev tişt anî ziman: "Li Nisêbînê dayîka 5 zarokan hevala me Selamet Yeşîlmen hat kuştin. Hikûmet tu caran zilmê li gel rewa nabîne. Em ê li hemberî êrîşên ser jin û zarokan dengê xwe bilind bikin."
Li ser navê hevbirên KJA'ya Mêrdînê Ummuhan Erdogan daxuyanî da. Ummuhan diyar kir ku tundiya dewletê her roj dijwartir dibe û got ku her roj agahiyên kuştinan tên. Ummuhan bilêv kir ku êdî berê çekan dane dayîk, jin, zarok, bekek, ciwan, kal û pîran û wiha axivî: "Beriya 25'ê Mijdarê li Nisêbînê dayîka 5 zarokan Selamet Yeşîlmen ji hêla polîsan ve hat kuştin. Em wekî hevbirên KJA'yê li hemberî komkujiya jinan a li Nisêbînê tê meşandin dengê xwe bilindtir bikin." Ummuhan anî ziman ku ji bo hovîtiya dewletê derxin holê ew ê wekî mertalên zindî biçin Nisêbînê û wiha domand: "Êdî bes e, em ê destûrê nedin komkujiya jinan."
Jinan benda polîsan hilweşandin
Piştî daxuyaniyê jinan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Çalakiya ku 15 deqe berdewam kir, jinan bi hilgirtina pankartê dest bi meşê kirin. Polîsan pêşiya jinan birîn û hewldan pankartê desteser bikin. Jina li hemberî polîsan li ber xwe dan û benda polîsan derbas kirin. Jinan bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana Nisêbînê" heta ber avahiya DBP'ê meşiyan.
(rc)