Ji xwendekaran re semînera şîdeta li dijî jinan hat dayîn

16:53

JINHA

KOBANÊ - Partiya Yekîtiya Demokratîk û Rêxistina Sara di çerçoveya xebatê 25'ê Mijdarê de li Peymangeha Mamosteyan semîner ji bo xwendevanan hat li darxistin. 200 xwendevanên ku beşdarî semînerê bûn eleqeyek mezin nîşan da.

Li Kantona Kobanê di çerçoveya xebatê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê didome. Bi pêşengiya Rêvebirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Narîn Temo, Aysel Ehmed û Rêvebera Rêxistina Sara Semîra Mihemed Îbrahîm li Peymangeha Mamosteyan Semîner ji xwendekaran re hat dayîn. Semîner piştî rêzgirtinê despêkir û piştre jî li ser girîngiya berxwedana jinê û şîdeta ser jinê hat rawestandin.

(re/rc)