Gotina Selamet ya dawî: Herin xwe xilas bikin

09:17

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX - Şahidê qetil kirina Selamet Yeşîlmen gotin ku idiayê Qeymekamtiya Nisêbînê derewin û diyar kirin ku Selamet ji alî sekvanan ve hatiye qetil kirin. Keça Selamet Xalîse Yeşîlmen ku dayîka wê li ber çavê wê hatiye kuştin anî ziman ku dayîka wê herî dawî gotiye “Herin têkevin xanî û xwe xilas bikin.”

Salamat Yeşilmen a ku li navçeya Mêrdînê Nisêbînê hatibû qetilkirin ji ber dewam kirina êrişan li Gundê girêdayî Hezexê Filfêlê (Ulak) hat defin kirin û şîna wê li vî gundî hat danîn. Selameta ku dayîka 5 zaroka bû û 44 sal bû hate idia kirin ku di encama gulebaran kirina ji weseyitên zirxî jiyana xwe ji dest da ye. Lê Qeymeqamtiya Nisêbînê jî idia kiribû ku hêzên wan wê demê ne li wê derê bûne û wan Selamet ne kuştiye. Lê şahidên bûyerê vê yekê qebûl nakin û dibêjin weseyîtên zirxî hatine serê dikanan sekvan çûne ser xaniyan û li wê derê taxê gûlebaran kirine. Selameta ku li ber çavê zarokê xwe hat qetil kirin di jiyanê de her tim wek jinek jêhatî tê nas kirin. Selamet di zaroktiya xwe de dayîka xwe hûnda dike lê bi wê zaroktiya xwe xwişk û birayên xwe mezin dike. Dema gule berdidin mala wê hewil dide ku xwe bighîne zarokê xwe da ku wan bi parêze û ber bi wan dibeze lê dibe hedefa guleyên sekvanan. Keça Selamet Xalise Yeşîlmen dibêje ku piştî dayîka wê birîndar dibe gotina dayîka wê ya dawî “ Herin têkevin xanî û xwe xelas bikine."

Jintiya Selamet Sadiye Yeşilmen ku di heman demê de cînara wê ye wiha behsa bûyerê dike: "Cinara min bû, ez li qata jêr bûm ew li jor bû ew roj hevîr sitrabû ev çend roj bûn zarokê wê bê nanbûn. Ew jî çû daran bîne û tendûrê pêbixe. Min herî dawî wê wilo dit.” Sadiye dibêje ku weseyitên zirxî ew roj hatine Serê Dikanan û ji wir gule berdan Selamet û wiha pêde çû:” Wê kirin nav betaniyê û birin. Bê suc û bê sebep kuştin xwedê heqê wê nehêle. Zarokê wê pêve çûn û ew jî birîndar bûn." Sadiye desnîşan kir ku piştî kuştina Sadiye jî êrişê li ser wan dewam kirine û ev tişt anî ziman: "Me cenazê xwe bi zorê sitend. Me nedikarî em avek jî li malê vexun. Sekvanan gule davêtin me. Me gelek zehmetî dît. Em nikarin ji zarokên xwe re pariyek nan bînin. Me xwe ji vê odê davêt oda dinê. Derûniya zarokên me tev xirab bibû. Keça tiyê min xwe ji bedana min bernedida ji tirsan. Ser derê me hemû şopên guleyan heye. Xwedê mafê me ji sekvanan re nehêle û mala Erdogan xirab bike."

‘Dayîka min qederek birîndar li erdê ma’

Keça Selamet Xalise ku li ber çavê wê diya wê hatiye kuştin û du xwişk û birayê wê hatine birîndar kirin wiha behsa bûyerê dike: "Dayîka min çû êm bide bizinan, lê sekvanan gule reşandin ser dayîka min. Heya ber derencê jî reviya lê dîsan gule reşandin. Perçeyên guleyê pekiya û li xwişk û birayê min jî ketin. Diya min qederek li wê derê ma me nidikarî em bînin. Piştre apê wan anî û birin nexweşxanê." Xalîse dibêje ku gotina diya wê dawî ji wan re gotiye herin têkevin xanî û xwe xilas bikin bûye. Dema em ji Xalise re dipirsin tiştekî tu dixazî bêjî heye Xalise wiha bersiv dide:” Ma ez ê çi bêjim bila yê ku diya min kuştiye çavê wan kor bibin.” Êdî gotin di qirika Xalise de dimîne û dest bi girî dike xuya ye gelek gotinê Xalîse heye ku bêje lê wek jiyana diya wê gotinê wê jî di nîvî de tên birîn.

Xwişka Selamet Fatma jî dibêje ku dema ew biçûk bûne diya wan jiyana xwe ji dest daye û Selemet wan xwey kiriye. Fatma jî bi çavekî tije hêstir dibêje diya min bû jî.

(ma/rc)