Jin daxwazên xwe di "Dara jiyanê" de tînin ziman
09:18
JINHA
WAN - Komusyona jinan a KESK'ê yên Wanê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Jinê dara jiyanê çêkir. Hevseroka Şaxa KESK'ê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayît diyar kir ku armacan çêkirina dara jiyanê hinbûna hêvî û daxwaza jinê ye.
Li heremê her sal bi sedan jin rastî tundiya mêr yên fîzîkî û derûniyê tên. Ji bo rawestandina şîdeta ser jinê, her roj jin li ser piyan in û pertekên xwe nîşan didin. Lê ligel hemû pertek û çalakiyan heya niha pirsgirêka tundiya jinê ne hate çareserkirin û tu kes nîzane ku daxwaza jinê çi ye. Komusyona jinan a KESK'ê ya Wanê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Jinê, li salona saziya xwe dara jiyanê çê kir. Dara jiyanê ya ku pêçekên bi rengê binevşî bi şaxên darê ve hate dalîqandin û jin hêvî û daxwazên xwe tê de dinîvisin.
'Di nîvisa jinan de tiştê ku dijin tê xuya kirin'
Hevseroka Şaxa KESK'ê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayît li ser armanca çêkirina dara jiyanê axivî û got ku jin daxwazên xwe di dilên xwe de difeşêrin me jî xwest ku bila jin daxwaz û hêviyên xwe yên jiyanê bi dara jiyanê bînin ziman. Gulcan anî ziman ku ew encax bivê awayê daxwaza jinan fêr bibin û wiha got: "Di heremê de gelek jin rastî tundiyê tên û jin tundiya li ser wan tên kirin diveşerên. Tu kes nîzane di dilê wan jinan de çi heye û hêviyên wan çi ne. Me jî tiştek wiha fîkirî û da çê kirin. Jinên ku tên saziyê hêvî û daxwazên xwe dinîvisin. Di nîvisa jinan de tiştê ku dijin tê xuya kirin. Di nivisan de derûya wan têxuyakirin."
Gulcan di dawiya axaftina xwe hêvî kir ku di sedsala nû de pirgireka jinê çareser bibe û hemû daxwaza jinê bi cih bibe.
(ho/rc)