'Jiyan xweşbû' li Farqînê!
09:21
Beritan Canozer/JINHA
AMED - Di 3 mehan de li Farqînê 6 caran qedexeya derketina kolanan hat îlankirin, zarok ji hewayê, tavê û lîstokên xwe bêpar man. Herî zêde jî di vê demê de hînî xwe veşartina ji ber bomba û guleyan bûn. Lîstokek a bi navê 'Jiyan Xweşe' ku di dema hovîtiya kampên yahudiyan de jiyana zarokekê vedibêje li Farqînê hat jiyan din.
Li Farqînê 12 rojan hem hewayî û hem jî bejayî dibin dorpêça leşker û polîsan de bombabaranê berdewam kir. dibin bombabaranê de filîmê Roberto Bengini yê bi navê 'Jiyan Xweşe' di sala 1997'an de hatî kêşan û xelata Oscar girtî bû rastî. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Yahudi Guida ya ku li Îtalyayê kurê xwe ji leşkerê elman diveşart û heya dawiya şer rastiya heyî weke ku lîstoke bi kurê xwe dida bawerkirin. Di kampên yahudiyan de Guida heya dawiyê hovîtiya heyî çî ji destê wê dihat zaroka xwe dur digirt û wê weke lîstok bi zaroka xwe dida zanîn.
Di 3 mehan de li Farqînê 6 caran îlana qedexeya derketina kolanan weke filîm bû, lê tenê bi ciyawaziyekê. Zarokên Farqînê di ferqa rastiya tiştên jiyan dikin denin. Bi lîstoka xweveşartinê ya ku herî jêhezdikin xwe ji ber gule û bombeyan diveşêrin. Li Farqîna ku hîna li kolanan wesayîtên zirxî hene û ser serê wan polîs rawestiyayîne daxwaza zarokan tenê carekdinê polîs û leşkeran nebînine.
Hînbûne xwe ji ber guleyan veşêrin
Du mehbûn perwerda sala nû despêkiriye, lê hîna ji ber 15 rojan carekê qedexeya derketina kolanan tê îlankirin hîna li navçeyê zarok neçune dibistanê. Zarokên ji hewayê, tavê û hevalên xwe dur dimînin nikarin bilîzin. Êdî lîstoka xweveşartinê bûye parçeyek ji jiyana wan. Dema ku polîsan dibînin, yan jî malên wan tên gulebarankirin, ji dayîkên xwe re dibêjin "me veşêrin" weke ku cihê dikevinê ne gule û ne jî kes nikarin wan bibînin.
'Ez naxwazim dengê çekan bibihîsim'
Zarokên ku di xêzkirina wêneyên xwe û lîstokên xwe de tiştên dîtine didin nîşandan kê dibînin pêdiviya parkirinê hîsdikin. Zaroka 10 sali ya nekarî ji mala xwe derkeve A. G got: "Em şer naxwazin. Em naxwazin li taxên xwe polîsan bibînin, em naxwazin kes bimirin. Ez 10 rojan ji malê derneketim. Gelek birayên me mirin. Dayîkên wan gelek giriyan û gelek xemgîn bûn. Polîsan ser malan de girtin û mal belavkirin, digotin 'Kes dernekevin kolanan qedexeye, yan emê we gulebaran bikin.' Min jî hewildida netirsim."
'Em 30 kes ketin hindirê du odeyan'
A xwest ku bi aştiyê her tişt bê çareserkirin û wiha domand: "Em êdî naxwazin di nûçeyên Farqînê de mirinê bibînin. Em dixwazin malên me yên hatine xirakirin carekdin bên avakirin. Malên me hilweşiyan, ser hemû dîwaran şopên guleyan hene. Di dema qedexeya derketina kolanan de em 30 kes di du odeyan debûn. Em êdî vî şerî naxwazin, bila aştî çêbibe. Em dixwazin şerxwaz bimirin. Em naxwazin êdî ne polîsan, ne guleyan û ne jî bombeyan bibînin. Em cîhanek bedew dixwazin. Em ji ber vî şerî nikarin biçin dibistanê. Em 30 kes ketine hincirê du odeyan, niha ew mala me jî xirabû, ti devera em biçinê nîne."
'Bila kolanên me çêbibin em lîstok bilîzin'
M. A yê 10 salî jî destnîşan kir ku ew êdî naxwaze leşker û polîsan bibîne û wiha berdewam kir: "Di taxên me de leşker hebûn, ketin nava malên me û lêgerîn kirin, em naxwazin wan bibînin. Min gelek ji leşkeran hezdikir, lê ew me ditirsînin û hewildidin me bikujin. Ser mala me hemû şopên guleyanin. Êdî bese bila xwîn nerije û kes nemirin. Bila zarok nemirin, xwişk û birayên me nemirin. Bombayek teqiya hemû parçe weke baranê ser me de barîn. Em şer naxwazin. Bila malên me ji nû ve bên avakirin û em di malên xwe de runin. Bila kolanên me çêbibin em cardin lîstok bilîzin."
(zt)