Li Silêmaniyê konferansa Nehîştina cûdakarî û tundiya li ser jinan hat lidarxstin
09:27
Şengar Biradost/JINHA
SILÊMANÎ - Li bajêrê silêmaniyê bi dirûşmeya 'Nehîştina cûdakariyan û tundiya li dijî jinan" konferansek li ser rewşa jinên Herêma Kurdistanê hat lidar xistin.
Li bajêrê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê (18-11-2015) di saet 10:00'an de li salona avahiya Walîtiya Silêmaniyê Rêxistina Xelk a pêşvebirinê (PDO) bi piştgiriya Rêxistina Alîkariya Milêtan a Norvêç (NPA) bi dirûşmeya 'Nehîştina cûdakariyan û tundiya li diji jinan" konferansek li ser rewşa jinên Herêma Kurdistanê lidar xistin. Di konferansê de lêkolînên liser rewşa jinan di nav saziyên hikumet û partiyan, herweha behsa rewşa jinên Herêma Kurdistanê bi giştî hat kirin.
Li ser armanca konfransê, lêkolînvana rewşa jinan di navaneda biryardaynê de, Kinêr Ebdûla ji ajansamera axvî û got: "Lêkolînên min bi navê rewşa jinan di navenda biryardayinê bû. Armanca me carek din bal kişandina ser rewşa jinan di nav qadên siyasî û saziyên hikumetê bû, li gorî lêkolînê asta jinan dinav siyaset û erkdariyê gelek kêm bûye."
Kinêr balkişand ser encamên lêkolînê û got: "Her çiqas kota jî heye lê beşdarbûna jinan pir kêm e. Mînak, di perlemento de kota %30, û di hemu kabîneyên hikumeta burî û niha jî tenê 1-2 jinên wezîr hene, ya herî balkêş jî dinav partiyên siyasî de di asta herî kêm daiye, heya niha di kongreyên partiyan de jinek wek serok yan cîgir hilbjardin, ev jî dide xuyakirin ku pêwîste em wek jin demê pêş zêtir kar bikin."
Derbarê mijarê de Rêvebera Rêxistina PDO'ê a herêma Germiyan Viyan Sabîr got: "Armanca vê konfiransê aktîfkirina rolê jin di qadên siyasî, hikûmî û yasayî ye. Ji ber ku wek em dibînin asta lawaziya jinan di biriyardanê de bandor li ser zêde bûna tûndiya ser jin di nav civakê de zêdetir kiriye."
Viyan Sabîr bal kişand ser tundiya li herêma Germiyanê û wiha domkir: " Em ê divê konfransê de rewşa jinên Germiyan got û bêj bikin. Li Germiyanê buyerên tundî û şîdeta li ser jinê zêdeye ji ber vê pirsgirêkek serekeye. Mêr li Germiyanê pir bi hêsanî dikarin li dadgehên dervî herêma Başûrê Kurdistanê bi keyfa xwe zewacê zêde pêk bînin û terk bikin. Ev yek jî aloziyê giran dike."
Endama Rêxstina WARDÎ Şox Mihemed daxwiya kirin ku nabe tenê bi munasebeta vê rojê rewşa jinan bikeve rojevê û wiha axvî: "Em vê encamê weke hişyariyek bi tehlûke dibînin. Jin heya niha nikarin bi aweyek çalak beşdarî qadên siyasî û biryardayînê bibin. Li gor min nabe tenê bi mûnasebeta 25'ê Mijdarê rewşa jinan bikeve rojevê, lê belê pêwîste kar û encamên baş derxîn pêş. Niha di civaka me de ku zilamsalarî serwere jinên xebata siyasî dikin, bi gefên zêde rû bi rû dimînin."
(db/rc)