RJAK'ê bernameya 25'ê Mijdarê eşkere kir
10:23
JINHA
SILÊMANÎ - Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê bi bûneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê bernameya xwe eşkere kir. Heta roja 25'ê Mijdarê rêze çalakiyên cur be cur li bajar û bajarokên tevahiya Herêma Kurdistanê wê werin li dar xistin.
Ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê RJAK'ê bernameya xwe ya rêze çalakiyan bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand. Çalakiyên 25'ê Mijdarê li tevahiya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê wê werin li dar xistin.
Hewlêr
Roja 24'ê Mijdarê daxuyanî û semînarên hevbeş bi rêxistinên din ên jinan re wê pêk were.
Silêmanî
Roja 24'ê Mijdarê Semînrek ji aliyê Fermandarekî YPJ'ê ji Rojavayê Kurdistanê û fermandarek YPJ-Şengalê tê were li dar xistin. Di semînerê de li ser rola jinan di rizgarkirina Rojava û Şengalê û girîngiya parastina cewherî tê werin gutûbêj kirin.
Çalakiyek hevbeş di roja 25'ê Mijdarê de bi koma 25'ê Mijdarê re li Parka Dayîk (cihê ku Sinor lê hatiye qetilkirin) tê were lidarxistin.
Bi koma 25'ê Mijdar re li dibistanan jin li ser vê rojê tê werin hişyarkirin.
30'ê Mijdarê konferansek hevbş ya rêxistinên jinan li Herêma Kurdistanê tê pêk bê.
Kerkûk
Meşek giştî di nav bajarê Kerkûkê li bazara Rehîm Awa di roja 25'ê Mijdarê de wê pêk were.
Di roja 23'ê Mijdarê de semîner ji aliyê fermandarên YPJ û YPJ-Şengal ve tê lidarxistin ku RJAK organîze dike.
Roja 24'ê Mijdarê çend dibistanên keçan li bajarê Kerkûkê li ser vê rojê xwendekar dê werin hişyarkirin.
Di 26'ê Mijdarê de jî daxuyaniyek hevbeş bi rêxistinên din ên bajarê Kerkûkê re tê werin li dar xistin.
Dihok
Roja 27'ê Mijdarê semînarek li ser rola jinan di demokratîk kirina Herêma Kurdistanê û têkoşîna li hember şîdetê wê were li dar xistin.
Koya
Di 17'ê Mijdarê semînerek li ser rola jinan di demokratîk kirina Herêma Kurdistanê de hat lidarxistin.
Germiyan
Roja 24'ê Mijdarê li zanîngeha Kelar semînarek li ser têkoşîna li hember şîdeta li ser jinan ji bo xwendekaran dê were li dar xistin.
Roja 25'ê Mijdarê semînark ji aliyê YPJ û YPJ-Şengalê ve dê werin dayîn.
Derbendîxan
Roja 26'ê Mijdarê li Kuleja Derbendîxanê ji aliyê YPJ û YPJ-Şengal ve semîner dê were dayîn.
Pencewîn
Roja 25'ê Mijdarê çalakiyek di nav bazara bajarok de tê li dar xistin û daxuyanî wê were dayîn.
Soran
Roja 21'ê Mijdarê semînarek li ser rola jinan di demokratîk kirina Herêma Kurdistanê û têkoşîna li hember şîdetê tê lidarxistin.
Ranya
Roja 27'ê Mijdarê semînarek ji aliyê fermandarek YPJ û YPJ-Şengal ve tê were dayîn . Li 2 dibistanan xwendekar derbarê vê rojê de werin hişyarkirin.
Binarê Qendîl
Li gundê Pirdeşalê panelek li ser girîniya vê rojê di 20'ê Mijdarê de tê lidarxistin. Li Gundê Meredo roja 25'ê Mijdarê û li gundê Balayan jî roja 25'ê Mijdarê semînar ji jinan re dê were dayîn.
(rn/rc)