'Rêveberiyê xweser li hember tûndiya li ser jinê têdikoşe'

10:36

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê bi armanca ku tûndiya li ser jinê û weteya 25 Mijdarê bê nîqaş kirin jin li taxa Nurê civiyan. Hevseroka Meclisa Gel jî tevlî vê civînê bû û got ku pir zewaci, qelen, zewace di temenê biçûk de, berdêl tûndiya li ser jinê derdixe û got ew wek rêveberiya xweser li hember vê têdikoşin.

Xebatên 25 Mijdarê roja têkoşîna li hember tûndiya li ser jinê bê navber dewam dikin. Li Cizîrê di çarçovaye çalakiyê 25’ê Mijdarê de KJA’yê bi jinên taxa Nurê civîn pêk anî. Hevseroka Meclisa Gel Asya Yûksel, Xebarkarê Navenda Şêwirmendiya bi Jinê re Sitiya Zîn, berdevkê komînên taxa Nurê û gelek jin tevlî civînê bûn. Di civînê de wateya 25'ê Mijdarê hat nîqaş kirin. Di civîna ku ji bo şehîdê demokrasî û azadiyê bi deqeyek rêz girtinê despê kir de Hevseroka Meclisa Bajêr Asya Yuksel axivî.

‘Me jinek 17 salî ji zewaca bi zorê xilas kir’

Asya li ser wateya 25'ê Mijdarê axivî û wiha got:” Sê Xwişk li hember tundiya li ser jinê serî radikin li hember vê yekê deshilatdarê wî welatî li van her sê xwişkan işkence dikin û wan bi aweyekî hovane qetil dikin. 25 Mijdarê roja kuştina her sê xwişka ne.” Asya di derbarê bernameya 25 Mijdarê de jî jinan agahdar kir û wiha pêde çû:” Çawa dewleta dagirker dixwaze gelê Kurd tune bike. Hişmendiya baviksalarî jî bi vî rengiye. Pir zewaciyê dike, zarokan biçûk dizewicîne, berdêl dike, qelen distînin. Ev hişmendî jinê wek meta dibîne. Em ne li hember mêr, em li hember hişmendiya mêr radibin.” Asya got ku ew ê wek rêveberiyê xweser hedafa wan ew e ku pêşî li pir zewaciyê, qelen, zewaca bi zorê û zewaca di temenê biçûk de bigrin û ev tiş anî ziman: “ Li vê derê xwestin keçeke 17 salî bi yekî 30 salî re bidin zewicandin lê keçikê vê yekê ne dixwest. Me jî çû vê keçikê ji vê zewacê xilas kir û her du malbatan îqna kir. Em ê wek rêveberiyê xweser rê nedin vê tûndiyê.”

Piştî axaftina Asya jinên tevlî civînê bûn fikrên xwe û pirsgirêkên xwe anîn ziman.

(ma/rc)