KJA xebatê 25'ê Mijdarê li Colemêrgê bê navber didomîne
11:23
JINHA
COLEMÊRG - Bi pêşengiya KJA'ê li Colemêrgê xebatê 25'ê Mijdarê bê navber berdewam dike. Di çerçoveyê xebatê 25'ê Mijdarê de KJA civîn li taxan bi jinan re pêk tînin û nirxandin dikin.
Li Colemêrgê aktivîstên KJA'ê tax bi tax bi jinan re civînan pêk tînin û xebatê 25'ê Mijdarê didomînin. Li taxa Biçerê bi tevlîbûna Hevseroka BDP'ê Nesîbe Gûltekîn civîn hat organîze kirin. Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê despêkiriye de Nesîbe axivî û qala rola jinan kir. Nesîbe wiha got: "Armanca hatina me ba hev, ji bo naskirina hêz û berxwedana jine û pêşxistina vîna rêvebirinê di cîhanê de ye. Roja 25'ê Mijdarê ji bo jinan xwedî girîngiyek mezine. Divê jin bi rihê Arîn û Bêrîtanan dakevin qadan û li hember teror û hişmendiya destihlatdariyê têbikoşin. Mafê jin a berxwedan û têkoşînê heye. Ji ber vê divê jin dakevin qadan û dengê xwe li hember desthilatdariyê bilind bikin."
Piştî axafin û nirxandinê civîn bi pêşxistina pêşniyara jinan bi dawî bû.
(zyd/rc)