Parlementerên HDP'ê dest bi grevê kirin

11:47

JINHA

MÊRDÎN - Parlementerên HDP'a Mêrdînê Gûlser Yildirim û Alî Atalan ji bo dorpêça li ser gelê Nisêbînê rabe dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdîn ji 13'ê Mijdarê qedexeya derketina kolanan hatî îlan kirin. Di pêvajoya dorpêçê de sê welatî jiyana xwe ji dest dane û di navde zarok jî heyî gelek kes birîndar bûne. Êrîşê polîs û tîmên taybet didome û ketin derketina navçeyê qedexe ye. Li navçê her wiha elektrîk û înternet jî hatî birîn. Parlementerên HDP'a Mêrdîn bi armanca dawî li dorpêç û qedexeya derketina kolanan bi dawî were dest bi greva birçîbûnê kirin. Parlementerên Mêrdînê Gûlser Yildirim û Alî Atalan li ser riya Îpekyolu a ku diçe Nisêbînê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew greva birçîbûnê dane despêkirin.

Gûlser Yildirim anî ziman ku ew ê her dem ligel berxwedana gelê Nisêbînê bin û wiha got: "Ji bo ku zilma li hember gelê xwe em bînin ziman me dest bi vê çalakiyê kir."

(rc)