'Em derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin'
12:23
Duygu Erol/JINHA
ENQERE - Li hember şidesta ser jinan li Tirkiyê zêde dibe û şerê li herêmê berdewam dike rêxistinên jinan bang li hemû jinan kirin ku di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan û gotin: "Em derkevin qadan û dengê xwe bilind bikin."
Dê di 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Jinan a Navnetewiya Hemberî Şidetê jin dakevin qadan ji şidet, qirkirin û şer re bêjin na. Meclisa Jinên Azad (KOM), Wexfa Şêwirmendiya Jinan, Komeleya Xwişkên Min ên Jin û Kolektifa Feministan girêdayî 25'ê Mijdarê xaxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di navendên şer û şidetê de jin zêdetir hedef tên girtin, ji bo wê jî divê jin di nava şêwirmendiyê debin li her devera ku lêne dakevin kolanan, qadan û dengê xwe bilind bikin.
'Şidet zêde dibe divê jin dakevin qadan'
Xebatkara Dildar a Wexfa Şêwirmendiya Jinan Pinar Çetinkaya destnîşan kir ku her deçe qirkirin û şideta ser jinan zêde dibe û wiha domand: "Hemû şidet û cînayet di medyayê de nayên dîtin. Yek ji daxazên me sererastkirina vane. Hemû sepandinên ser jinê bi raya giştî re parkirin. Divê her dem daxwaz û helwestên me ser vê pêşbikeve. Ji ber her diçe nûçeyên qetilkirin û tindiya ser jinan zêde dibe. Li gel wê jî em niha pêvajoyek şer dijîn. Qirkirinên Amed, Pirsus, Enqere, li Cizîr, Farqîn, Nisêbîn û gelek deverên dinê şerek giran tê meşandin. Weke tê zanîn weke hemû şeran cardin herî zêde jin û zarok bandor dibin."
'Gotinên şer û pefçunan jinan hedef digirin'
Endama Meclisa Jinên Azad Hatice Kapusuz jî bilêv kir ku ji dema 25'ê Mijdarê heya niha şertên jiyana jinan hîn zêdetir giran bûne û wiha berdewam kir: "Ji ber ku di demên dawiyê de li Tirkiyê şer û şideta tê jiyîn zêdetir jin hedef hatine girtin. Ji xwe di kolanan de jin rastî şidetê dihatin, lê tayîbetî jî di van demên dawiyê de bi zêdebûna şer re jin zêdetir hedef hatine girtin. Piştî darbeya 80'ê hem di aliyê erdnîgariyê û hem jî di aliyê jiyana rojane de jin zêdetir hatine dorpêçkirin."
'Em derkevi qadan û dengê xwe bilind bikin'
Ji Kolektifa Feministan Melek Fidan jî anî ziman ku weke her salê dê di 25'ê Mijdarê de bi tekoşîna li hember şidetê dakevin qadan û wiha dom kir: "Girêdayî şideta ser jinan em li ku û çî bêjin her dem em hişmendiya mêran li hemberî xwe dibînin. Ji hezîranê heya niha em di navendeke şer denin. Her çendî em welatiyên Enqerê neketibin nava şer jî lê di 10'ê Cotmehê de bi Qirkirina Enqerê re em ketin nava şer. Lê mixabin heta em protesto jî nakin û danakevin qadan. Ji bo wê jî di vê em weke jin di 25'ê Mijdarê de li qadan bin û dengê xwe bilind bikin."
Ji Komeleya Şêwirmendiya Xwişkên Min ên Jin Nermin Canbolat jî bang li hemû jinan kir ku li hemberî şidetê dakevin qadan.
(zt)