Bi hewanan Şehîdgeha Lîcê xira dikin
13:49
Mijdar
19
/ 2015
JINHA
AMED - Li navçeya Licê 3 roj in bênavber tevgera helîkopteran heye û ji qereqolên derdorê ve "Şehîdgeha Şehîd Harûn" tê bombebarankirin.
Li navçeya Licê ya Farqîna Amedê tevgera helîkopteran a ku 2 roj berê dest pê kiribû îro jî berdewam kir. Di seatên serê sibê de gelek helîkopterên ji Amedê rabûn li Licê daketin. Her wiha şevê din ji Qereqola Abali û Tabûra Tapantepeyê hewan avêtin "Şehîdgeha Şehîd Harûn" a ku li herêma Spênê ya gundê Xirabê yê Licê ye.
(zt)