Piştî 59 rojan cenazê Azîz Guler hat girtin

13:56

JINHA

RIHA - Yek ji fermandarê BOG'ê Azîz Guler ê ku li Rojava jiyana xwe ji dest da, 59 roj şûnde cenazeyê wî radestî malbatê kirin. Malbatê cenazeyê kurê xwe anîn Rihayê. Hat ragihandin ku cenazeuê Azîz rakirin morgê û di seatên êvarê de bi balafirê bibin Stenbolê.

Yek ji fermandarê Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) Azîz Guler (Rasîh Kurtuluş) roja 21'ê îlonê di encama pê li mayina çeteyên DAIŞ'ê kiribû û li Rojava jiyana xwe ji dest da û piştî 59 rojan cenazeyê kurê xwe wergirt. Malbata Guler ji bo weregirtina cenazeyê kurê xwe serî li Qeymeqamtiya Pirsûsê û Walîtiya Rihayê dabû. Serlêdana malbatê bi hinceta ku biryara Lijneya Wezîran heye nedan malbatê û li ser sînor dihat astengkirin. Malbata Guler ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û bi hinceta ku "zirara madî û manewî çênebûye" serlêdan red kiribû. Li ser vê yekê malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) da. Malbatê li aliyekî mafê xwe bir platforma navneteweyî û li aliyekî din jî bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin pêk anî.

Di encama hevdîtinan de piştî 59 roj şûnde biryara wergirtina cenazeyê hat dayîn. Cenazeyê Azîz 59 roj in li morga Nexweşxaneya
Roj a Kantona Kobanê dihat ragiritn radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê Azîz ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Pirsûsê kirin û ji wri jî birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Piştî otopsiyê cenazeyê Azîz birin morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê.

Hat ragihandin ku cenzayê Azîz di seatên êvarê de bi balafirê bibin Stenbolê. Der barê merasîma definkirina cenaze de dê li Stenbolê daxuyanî were dayîn.

(zt)