Ekin Wan li ser gora xwe hat bîranîn

16:31

JINHA

WAN - Têkela KJA ya Wanê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de Kevser Elturk (Ekin Wan) a ku li navçeya Gimgimê hatî qetilkirin û ji bo tehşîrkirinê bedena wê tazî avêtine kolanê li ser gora wê bibîranîn. Di çalakiya bîranînê ya ku jinan li ser gora Ekin Wan gul danîn de Hevseroka DBP'a Îpekyoluyê Şengul Bozdemir axivî û got: "Emê jiyanek a jinan nasnekin ne pejirînin."

Têkela KJA ya Wanê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de şervana YJA-STAR'ê Kevser Elturk (Ekin Wan) a ku li navçeya Gimgima Mûşê hatî qetilkirin û ji bo tehşîrkirinê bedena wê tazî avêtine kolanê li ser gora wê bibîranîn. Jinan ji ber Meclisa Yenimahaleyê heya Şehîdgiha Yenimihaleyê meşek lidarxistin. Di meşê de jinan pankartên weke "Şideta mêran îdeolojîke parastina rewa mafe" û wêneyên Ekin Wan rakirin. Di meşê de jinan dem dem duruşên weke "Heval Ekin Wan bêmirine", "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Piştî meşê li ser goristanê ji bo giyanê kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê gulên kesk, sor û zer ser gora Ekin Wan hatin danîn. Ser navê jinan Hevseroka DBP'a Îpekyoluyê Şengul Bozdemir axivî û balkişand ser tekoşîna Xwişkên Mirabel.

Şengul bilêv kir ku dê li Rojhilata Navîn jiyana demokratîk avabikin û wiha berdewam kir: "Jiyana jin nasnekin emê ne pejirînin. Deshilatiya mêran a li mal û kolanê pergaleke. Em bi duruşma 'Şideta mêran îdeolojîke parastina cewherî mafe' bang li hemû jinan dikin ku li hemberî hişendiya mêran rêxistina xwe bilind bikin."

(zt)