Ciwanên Rojhelata Navîn li Lubnanê dicivin

09:40

Roksan Efrîn/ JINHA

QEMIŞLO - Dê di 20-21'ê Mijdarê de Ciwanên Rojhilata Navîn li Lubnanê bicivin. Di derbarê civînê de Rêvebera Jinên Ciwan ên Kantona Cizîrê Medya Qamişlo agahî da û got: "Bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê dê li Lubnanê civînek berfireh bê lidarxistin. Ji bo em bi serbikevin giringe ku em xwe birêxistin bikin û vîna xwe bikin yek li hember dijminên azadiya gelan asteng dikin bidin meşandin."

Bi despêkirina şoreşa Rojava re li Rojhilata Navîn ciwan xwe birêxistin dikin. Ciwanan di van demên dawî de rêxistina xwe bihêz kirine. Dê di 20-21'ê Mijdarê de Ciwanên Rojhilata Navîn li Lubnanê civînek berfireh lidarbixin. Di civînê de dê xebatên xwe yên dema derbasbûyî binirxînin û ji bo dema bê jî bernameyek baş danin pêşiya xwe. Di derbarê civînê de Rêvebera Jinên Ciwan ên Kantona Cizîrê Medya Qamişlo agahî da.

Medya balkişand ser giringiya lihev civîna ciwanan û wiha got: "Bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê dê li Lubnanê civînek berfireh bê lidarxistin. Dê di civînê de xebatên piştî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a li Bakurê Kurdistanê hatî çêkirin de hatîn kirin bên nirxandin. Yek ji biriyarên di wê konferansê de hatî girtin avakirina qomîteyek ciwanan bû. Ev komîte jî ji bo pênasekirina vîna ciwanan pêdivî pê hatibû dîtin. Bi tayîbetî jî ji ber li darxistina şoreşa Rojava û şerê giran ê hatî meşandin dê zêdetir rewşa ciwanên Rojava bê destgirtin."

Medya destnîşan kir ku dê delegeyên konferansa Bakur beşdarî civînê bibin. Medya bilêv kir ku amadekariyên civînê ji aliyê ciwanên Lubnanê ve tê kirin û wiha berdewam kir: "Dê di civînê de li ser biriyarên ku di konferansê de hatibûn girtin çiqas xistine meriyetê û ji wê demê ve çiqas kar hatiye kirin bisekinin. Yek ji biriyarên konferansê li Kobanê avakirina gundek ciwanan bû. Dê li ser vê mijarê û bi giştî destkeftiyên Rojava bê axaftin. Li Bakurê Kurdistanê li hemberî êrîşên berdewam dikin bi pêşengiya ciwanan berxwedana gel dê bê nîqaşkirin. Di dawiyê de dê ji bo hemû ciwanên Rojhilata Navîn dê pîlansazî bê lidarxistin."

Medya anî ziman ku dê civîna du rojan berdewam bike û wiha dom kir: "Ez jî bi navê jinên ciwan ên Rojava tevlî konferansê bûm û min cihê xwe di nava qordînasyona ciwanên Rojava de dirt. Di van rojên dîrokî de li rojavayê kurdistanê serkeftinên pir mezin têne li dar xistin. Îro hol û Şengal rizgar bû. Em vê serketinê li gelê xwe ra pîrozdikin. Pîlansaziyên me hene; emê gelê xwe azad bikin. Wekî hêza ciwanan vîna me bi dewî nabe, heya em gelê xwe rizgar nekin emê ranewestin. Ji bo ku em gelê xwe pêşbixin jî çi ji me bê xwestin emê bikin."

Mîdya bang li tevahî ciwana kir ku vê civînê bişopînin û wiha bi dawî kir: "Dema ku şer li Rojava gurbûyî ciwanên Bakur bi fedekariyek mezin beşdarî şer bûn. Niha jî li nava taxên bajarên Bakur de pêşengiya berxwedanê dikin û gel diparêzin. Ji bo em bi serbikevin giringe ku em xwe birêxistin bikin û vîna xwe bikin yek li hember dijminên azadiya gelan asteng dikin bidin meşandin. Hêviyên me ewe ku di nava behera gelan de bi awayekî rast gelê xwe ji tevahî êrîşan xelas bikin. Emê şoreşa Rojava li Bakurê Kurdistanê jî jîndar bikin."

(za/zt)