'Heya azadî û wekhevî pêk were dê têkoşîna me bidome'

09:44

Gulîstan Bekir/JINHA

HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê bi armanca nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê bang li tevahî jinên Rojavayê Kurdistanê kirin ku wê rojê li qadanbin û dengê xwe bilind bikin.

Bi buneya rasthatina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, jinên bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê nirxandin kirin û banga bilind kirina berxwedanê li jinan kirin. Rêvebera Mala Jin a bajarê Hesekê Firyal Ehmed di serî de berxwedana jinên Rojava silav kir û got: "Ez di serî de jinên ku di çeperên şerde li hember çeteyên DAIŞ'ê berxwedidin silav dikim. Jin bi hebûna xwe a jiyanê xwedewande. Bi avabûna pergala baviksalarî re, mêr xwest hêz,hebûn û afrîneriya jin bidin çewsandin. Li hember pergala desthilatdar jin tu car ji vê çarenûsê re bê têkoşîn nema. Gelek berdêl di dîrokê de çêbûn. Mafê jiyanê û berxwedanê a jin heye. 25'ê Mijdarê roja berxwedana jinê ye. Li hember şîdetê serî rakirine."

'Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye'

Firyal qala berxwedana jinên Rojava jî kir û wiha domkir: "Şoreşa Rojava şoreşa jin e. Jin bi têkoşîn û berxwedana xwe cihê xwe li tevahî qadên jiyanê girt. Ji ber ku jin avakirê civakê ye ew ê her dem bi peywira xwe ya jiyanê rabe. Jin dê înşakirina civaka nû li ser rêgezên civaka xwezayî û ehlaqî pêk bîne û pêş bixe."

'Em ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin'

Rêvebera Navenda Çand û Huner a bajarê Hesekê Zozan Selîm jî wiha got: "Em ê roja têkoşîna jinê a li dijî şîdetê li qadan bin. Jin tu carî pergala desthilatdariyê nepejrandiye û ji ber vê yekê berxwedana wê ji dîrokê heya roja îro berdewam dike. Jin bi berxwedana xwe a li hember çeteyên DAIŞ'ê ji tevahî cîhanê re bû çavkaniya jiyanê. Divê tevahî jin bi vê zanistiyê xwedî li berxwedan û têkoşîna 25'ê Mijdarê derbikevin."

'Heya azadî û wekhevî pêk were dê têkoşîna me berdewam bike'

Endama Lejneya Lihevhatinê Ronahî Eyîo derbarê girîngiya rojê de wiha got: "Bi pêkhatina şoreşa Rojava re jin bawerî qezenc kir û bi aweyek çalak li her qadê cihê xwe girt. Divê hemû jin xwedî li nirxên xwe ên dîrokê derên û di 25'ê Mijdarê de li qadan dengê xwe bilind bikin. Heya azadî û wekhevî pêk were dê têkoşîna me berdewam bike."

(rc)