Peyama PAKJ'ê ya 25'ê Mijdarê

09:58

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PAJK'ê di derbarê 25'ê Mijdarê de daxuyanî dan. Girtiyan diyar kirin ku hovîtiya ser Xwişkên Mirabel hatiye kirin hîna ser jinan berdewam dike û gotin: "Em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî îreolojiya faşîst li xwerêveberiyê xwedî derkevin û tekoşîna xwe bilind bikin."

Girtiyên PAJK'ê girêdayî 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Jinan a Navnetewiya Lihember Şidetê daxuyanî dan û wiha gotin: "Bi hişmendiya dîrokî em dîroka îro diguherîn." Girtiyan destnîşan kirin ku tekoşîna jinan a azadiyê ji dema Xwişkên Merabel li hember dîktatoriya Trujillo û hişmendiya mêran heya niha berdewam dike û wiha berdewam kir:

"Deshilatiya mêran a ku demokratîk nebûye hîna zêdetir îdeolojîk bûye û li her derê jinan qirkirin û şidetê dide meşandin. Çawan Xişkên Mirabel hatin tecawîzkirin û qetilkirin di roja me ya îro de jî DAIŞ'ê bi hezaran jin revandin, tecawîz kirin û kole kirin, hîna qirkirinên jinan berdewam dikin. Ev rastî di gora komiya li Şengalê hatî vekirin û têde cenazê 78 jinan hatî dîtin de diyar dibe. Ruyê pergalê di vê de tê dîtin.

'Li Şengal û Kobanê berxwedana jinan bûye sembol'

Ji ber gelê Bakur vîna deshilatiyê nasnekirin û xwerêveberiya xwe îlan kirin, di berxwedanê de li ber çavê zarokan dayîkên wan qetilkirin. Berxwedana ku Xwişkên Mirabel li hember diktatoriya Trujillo dayî îro jî jinên kurd li Şengal û Kobanê li hember çeteyên DAIŞ'ê didin. Berxwedana jinên kurd di kesayeta Arînan û Sîbelan de bûye sembol. Li Bakurê Kurdistanê jî ji ber herî zêde pêdiviya jinan bi xwerêveberiyê heye, herî zêde jin li rêveberiya xweser xwedî derdikevin.

Em girtiyên PAJK'ê bang li hemû jinan dikin li hemberî dishilatiya mêran a faşîzane ya 25'ê Mijdarê avakirî li rêveberiya cewherî xwedî derkevin, parastina xwe pêşbixin û tekoşîna xwe bilind bikin."

(zt)