Bi rojane polîs li ser telefonê Heybet tacîz dikin
10:00
Hulya Okalîn / JINHA
WAN - Jina bi navê Heybet Guven bi rojan e ku ji aliyê polîsan ve tê tacîz kirin û gefa îşkenceyê lê tê xwarin. Heybet diyar kir ku êrîşên ku li ser tê kirin tu carî qebûl neke û dê heya dawîyê li pêy mafê xwe be.
Li Wanê tundî û êrîşên polîsan ên li ser jinê bê navber berdewam dike. Pîştî binçavkirin û girtin niha jî polîs li ser telefonê jina bi navê Heybet Guven tacîz dikin û gef lê dixwin. Hevjînê Heybet Guven M.G ji ber ku di xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê de cih digirt bû, bû hedefa polîsan. Wesayîta ku M.G'ê di xebata hilbijartinê de bikar dianî, piştî hilbijartinê bi destê zilamê bi navê Zekî Aslan qezaya traqîkê dike û zarokek jiyana xwe ji dest dide. Lê ji ber wesaît li ser navê M.G'ê ye wek suc dar tê dîtin. Her çiqas sucdar di girtîgehê de be, polîs bi hinçeta sucdarî bi maşineyên zirxî di ser mala Heybet de digirin û Heybet Guven bi gotinan tacîz dikin.
'Li ber çavên zarokên min êrîş dikirin ser min'
Heybet daxuyand ku ji 10'ê mijdarê û şûn de polîsên mêr her roj di ser mala wan de digirin û gefa îşkenceyê lê û zarokên wê dixwin û ev tişt got: "Di serî de her roj bi telefonê hevjinê min dipirsîn û digotin li ku der ê ye. Min ji wan de digot ne li vir e û êdî wî nepirisin û min telefonê digirt. Piştre ku min telefon girt her çiqas digeriyan jî min bersiv nedida. Lê bi çek û wesaîtên zirxî di ser mala min de girtin. Li ber çavên zarokên min êrîş dikirin ser min û digotin 'Em ê tiştek wiha binîn serê te û zarokên te ku tu heya dawiya jiyana xwe ji bîr nekî' û min ji xwe dîtirsandin. Dema ku min telefona wan venedikir jî gotin çima dema em li te digerin tu bersîv nadî û xwe aciz dikirin."
'Tu ewlehiya canê me tune ye'
Heybet anî ziman ku tu ewlehiya canê wê tune û wiha got: "Hemû armanca êrîşên wan ew e ku me bitirsînin û ji têkoşînê dur bixin. Lê me natîrsin û em ê heya dawiyê li pêy mafê xwe bin. Ne gefên mirinê nejî tacîzên wan me dikare bitirsîne." Heybet da zanin ku ji bo parastina mafê xwe serî li Komeleya Mafê Mirovan daye û dê pişt re ji bo giliyê serî li dozgeriyê bide.
Parezera ÎHD'ê Esra îdîl Salaz jî anî ziman ku ev nêzîkatî ya li ser jinê tê kirin ne hiquqiyê û wiha got: "Di tu zagonê de tiştek bi vê yekê nehatiyê dîtin ku polîsên TEM'ê li şopdariya qezayên trafîqê dinêrin. Her wiha ji bo qezayê trafîqê tu polîs bi maşîneyên zirxî di seatê şevê de li ser malan nagirin û êrîş nakin. Ev yek bi yek li ser jinê ye û ne ehleqiye. "
Esra Îdîl desnîşan kir ku dê heya dawiyê şopdarên vê dewê bin û dê serî li dozgeriyê bidin.
(mc-db/rc)