Li Nisêbînê ciwanekî din hate qetilkirin
11:04
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê ciwanê bi navê Muhammed Altunkaynak hate qetilkirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina kolanan de di roja 8'emîn de ye û terora hêzên dewletê ya li dijî gel berdewam dike. Li navçeyê li taxa Abdulkadîrpaşa ciwanê bi navê Muhammed Altunkaynak dema ku ji mala cîranên xwe vedigeriya ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Di bûyera ku kolana Kiliç qewimî de parçeyên bombeyan li derdûdorê belav bû û li Muhammed ket. Muhammed kete erdê û ji wesayîta kobrayê hate gulebarankirin. Muhammed birîndar bû birin malê jiyana xwe ji dest da. Muhammed ji ber dorpêçê nekarîn bibin nexweşxaneyê û serê sibehê ancax bi ambulansa ku hate nêzî pira Ahmet Kaya û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
(rc)