Jinên Serêkaniyê bajêr bi panqartên 25 Mijdarê dixemlînin

11:47

JINHA

SERÊKANIYÊ - Jinên bajarê Serêkaniyê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê bajêr bi panqartan xemilandin.

Bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star û Mala Jin xebatê 25 Mijdarê li bajarê Serêkaniyê a Kantona Cizîrê berdewam dike. Jinên bajarê Serêkaniyê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, bajêr bi panqartên 25'ê Mijdarê xemilandin.

(rc)