DBP'a Colemêrgê banga çalakî li gel kir
13:53
JINHA
COLEMÊRG - Partiya Herêmên Demokratîk ya Colemêrgê bi dirûşmeya "Em li qadan li berxwedidin û qedexe nasnakin" banga çalakiyê derxistinê li gelê Colemêrgê kir.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Colemêrgê bi daxuyaniyekî bang li gelê Colemêrgê hat kirin ku tevlî çalakiyê xwedî derketina herêmên ku qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin bibin. Bi tevlîbûna Hevşaredara Colemêrgê Fatma Yildiz û rêveberên DBP'ê daxuyanî ji aliyê Hevserokên BDP'a bajêr Hûsnû Raufoglu ve hat xwandin. Di daxiyaniyê de wiha hat gotin: "Li Cizîr, Ferqîn, Gever û Colemêrgê her roj komkujî li hember gelê me tê pêk anîn. Ji bo ku li dijî van êrîşan dengê me bilind bibe, ji îro û pêde heya ku dorpêç û êrîş bi dawî bibin dê çalakiyê deng derxistinê her şev saet 20.00'an de despêbike. Her roj jî saet di 13.50'an de dê bi dirûşmeya 'Em li qadan berxwe didin û em qedexe nasnakin' dê gel derkevin qadan. Di vê çerçoveyê de em bang li tevahî gelê Colemêrgê dikin ku tevlî çalakiyê bibin."
(zyd/rc)