Li Nisêbînê jinek ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin - HATE NÛKIRIN

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê di gulebarana sekvanan de jina binavê Nurhan Kaplan giran birîndar bû, li gel hemû mudaxeleyan jiyana xwe jidest da.

Di qedexeya derketina kolanan a ku 8 roje li navçeya Nisêbîna Mêrdînê berdewam dike jina bi navê Nurhan Kaplan a 45 salî ji zigê xwe giran birîndar bû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin li Taxa Abdulkadirpaşa Nurhan Kaplan ji aliyê sekvanan ve hati birîndar kirin. Nurhan a ku rewşa wê giran rakirin Nexweşxana Dewletê ya Nisêbînê, li gel hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe jidest da. Ji bo otopsiyê cenazê Nurhan rakirin Nexweşxana Dewletê ya Mêrdînê

(zt)