Şideta ser girtiyên jinên siyasî li ber girtîgehê hat protesto kirin

14:50

JINHA

WAN - Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de têkela KJA ya Wanê li ber Girtîgeha Tîpa M ya Wanê şideta ser jinên girtiyên siyasî protesto kirin. Di protestoyê de Serap Guvenç daxuyanî xwend û got: "Berxwedana jinan li hemberî deshilatiya mêran û qirkirinên jinan bersiveke."

Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de têkela KJA ya Wanê li ber Girtîgeha Tîpa M ya Wanê şideta ser jinên girtiyên siyasî protesto kirin. Di daxuyaniyê de Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe, Tayder, MHD û aktîvîstên KJA yê jî di navê de gelek jin amadebûn. Jinên li ber girtîgehê kombûn pankarta "Şideta mêran îdeolojîke parastina cewherî mafe" û dovîzên weke "Mêr lêdixe dewlet diparêze" û "Jin jiyan azadî" hatin hildan. Jinan wêneyên Ekin Wan rakirin û duruşmên weke "Ekin Wan rometa meye" û "Jin jiyan azadî" bilind kirin. Ser navê têkela KJA yê Serap Guvenç daxuyanî xwend û wiha got: "Xwişkên Mirabelan li hemberî diktatoriya Trujilla tekoşîn kirin û pêşengên rêxistina Dandesina yê ne. Di tekoşîna azadiyê de jî bi hezaran jinan jiyana xwe jidest dan. Bi hezaran jin girtin girtîgehan. Hevala me Zeynep Celaliyan li hemberî rejîma Îranê di sînorê mirinê de di berxwedanê dene. Ev hemû tekoşîna jinan li hemberî deshilatiya mêran û qirkirinên jinan berdewam dike û ev berxwedan li hemberî van hemû kirinan bersiveke.

Piştî daxuyaniyê jinan çalakiya xwe bi tilîlî û çepkan bidawî kir.

(zt)