Çalakiya jinên Rojava ya 25 Mijdarê berdewam dike
14:52
JINHA
RIMÊLAN - Bi armanca nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, jinên bjarê Rimêlan şahiyek li darxistin.
Çalakî û xebatên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, li Rojavayê Kurdistanê bê navber didome. Li bajarê Rimêlan a Kantona Cizîrê bi pêşengiya Saziya Mala Jin û Rêxistina Yekîtiya Star li Navenda Aram Tîgran a bajarê Rimêlan şahiyek hate li darxistin. Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star a Girkê Legê Şêhnaz Ebdo derbarê mijarê de axivî û wiha got: "Divê tevahî jin li hember şîdetê têbikoşin. Roj roja jin û jiyanê ye. Divê jin bi berxwedana xwe, jiyana ku hatî tarî kirin vegûherînin ronahiyê û belavî tevahî cîhanê bikin."
Piştre Koma Yekta a Şanoyê derket ser dîkê û şanoya ku şîdeta li ser jin dide diyarkirin pêşkêş kirin. Her wiha piştî temaşekirina sînevîzyonê Koma Çandê a bajarê Serêkaniyê çend stran gotin. Çalakî bi girtina govend û dirûşmeya 'Em ê li berxwe bidin û dawî li tundiyê bînin' bi dawî bû.
(sx-rd/rc)