'Di girtîgehên Tirkiyê de 10 zarok jiyana xwe ji dest dan'

15:10

JINHA

WAN - Li Wanê saziyên civakî yên sivîl bi minasebeta Roja Mafê Zarokan a Cihanê bi hevparî daxuyanî da çapemeniyê. Parezer Sevda Aydin di daxuyaniyê de diyar kir ku di navbera 6 salan de 10 zarok di girtigehên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Li Wanê gelek saziyên civakî yên sivîl bi minasebeta Roja Mafê Zarokan a Cihanê bi hevparî li ber avahiya Edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ligel parezerên Komeleya Hiquqa Mezepotamyayê Wanê (MHD) gelek nûner û rêveberên saziyên civakî amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Em zarokê bi navê E.O ya di girtîgeha Trabzonê de jiyana xwe ji dest da jibîr nakin" û "Bila girtîgehên zarokan bên girtin" nivîsî hat vekirin.

Endama Komeleya Hiquqa Mezepotamyayê ya Wanê (MHD) Parezer Sevda Aydin li ser navê hemû hevparan daxuyanî xwend û diyar kir ku li Tirkiyê bi hezaran zarok di girtin û di nav bera 6 salan de 10 zarok ji ber şert û mercên girtîgehê jiyana xwe ji dest dane.

'Kujerê Emîrhan dewlet û rayedarên girtîgehan in'

Sevda zarokê bi navê Emîrhan Nas (15) ê ku di 13'ê mijdarê de di girtigeha Trabzonê de xwe kuştî bû bibîr xist û daxuyand ku Emîrhan xwe nekuştiyê hatiyê kuştin û wiha got: "Emîrhan di cihê ku di girtigehê zarokan de bê rawestan di qohuşa mezinan de hat girtin. Zarokek nikare di girtîgehê di bijî lê dewlet çi dike wê zarokê di nav mezinan de digire û du car ceza dike. Tu zaroka ji aliyê derûnî û civaknasiyê ve nikare di girtîgehê de bê girtin. Emîrhan jî ji ber vê yekê xwe kuşt. Ango hat kuştin. kujerê Emîrhan dewlet û rayedarên girtîgehan in. Ev ne hiqûqiye û ji aliyê komusyona mafê zarokan ve qet nayê pebûl kirin."

Sevda di dawiya axaftina xwe de bang li dewletê kir ku bila demîldest zarokên girtî bên berdan û girtîgeha zarokan bên girtin. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

(ho/rc)