'Li hember qirkirin û şidetê em bang li hemû jinan dikin dakevin qadan'

15:39

JINHA

AMED - Têkela KJA ya Amedê qetilkirina Selamet Yeşilmen protesto kirin û gotin: "Ji bo ku êdî tukes jiyana xwe jidest nedin, qirkirin û şideta ser jinan bidawî bibe em bang li hemû jinan dikin dakevin qadan."

Têkela KJA ya Amedê têkildarî li Nisêbînê di roja 3'emîn a qedexeya derketina kolanan de qetilkirina Selamet Yeşilmen li ber AZC plaza yê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevşaredara Bajarê Mezinê Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Yenişehîrê Ulku Baytaş, Hevseroka HDP'a Amedê Gulşen Ozer jî di navê de gelek jin amadebûn. Di daxuyaniyê de jinan dovîzên weke "Selamet Yeşilmen li Nisêbînê hat qetilkirin", "Dewlet jinan qetildike", "Cînayetên jinan polîtîke parastina cewherî mafe" û "Nebe bêdeng û hevkar" û duruşmên weke "Jin jiyan azadî", "Destê dirêjî jinan bibe bila bişkê" û "Mêr lêdixe dewlet diparêze" bilind kirin.

'Jin ji aliyê sekvanan ve tên qetilkirin'

Aktîvîsta KJA yê Zubeyde Zumrut di daxuyaniyê de diyar kir ku Selamet Yeşilmen bi zaroka di zikê xwe de re hat qetilkirin, qatîlê wê jî weke tiştek nekirî li her derê digere. Zubeyde anî ziman ku dê serî li hember zilma li Kurdistanê tê meşandin serî nedanin û wiha domand: "Em dibînin di vî şerê qirêjê dayîn despêkirin de zarokên me, kal û pîrên me ji aliyê sekvanan ve tên qetilkirin. Em ji nivîsên ser dîwaran tên nivîsîn qatîlên xwe nas dikin. Ser gelê kurd û tayîbetî jî ser jinên kurd şerê tayîbet dimeşînin. Netenê qirkirinan xebaran jî dibêjin û gorinên zayendî ser dîwaran dinivîsin."

Zubeyde bilêv kir ku ew weke KJA bang li hemû jinan dikin ku di 25'ê Mijdarê de li hemberî van hemû qirkirin û êrîşan bi deng û rengê xwe derkevin qadan û wiha berdewam kir: "Ji bo ku êdî tukes jiyana xwe jidest nedin, qirkirin û şideta ser jinan bidawî bibe em bang li hemû jinan dikin dakevin qadan."

Piştî daxuyaniyê jinan 5 deqeyan çalakiya runiştinê lidarxistin û paşê jî belavokên girêdayî 25'ê Mijdarê belavkirin.

(zt)