Li Wanê jin çalakiyê 25'ê Mijdarê bedwam dikin

15:49

JINHA

WAN - Hevşaredara navçeya Bêgiriyê ya Wanê Safure Guneş bi boneya 25'ê Mîjdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Jinê esnafên jin ziyaret kir û qurnafîlan belav kir.

Çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê bê navber berdewam dike. Hevşaredara navçeya Bêgiriyê ya Wanê Safure Guneş bi boneya 25'ê Mîjdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Jinê esnafên jin ziyaret kir û qurnafîl desmalên bi rengê binevşî li jinan belav kir. Ligel Hevşaredar Sefure Guneş gelek endamên Meclîsa Jinê jî tevlî bernameyê bûn. Safure û jinên pêre di serî de li suka navenda navçeyê esnafên jin ziyaret kirin. Hevşaredar Safure ji aliyê jinan ve bi dilgermî hat pêşwazîkirin.

Hevşaredar li wir bi jinan re axivî û di derhekê mafê jinê de wan agahdar kir. Safure anî ziman ku li Kudistan û Tirkiyê bi hezaran jin ji ber hişmendiya bavîksalariyê rastî tundiyê tên û mafên wan tê binpêkirin. Safure banga hevpariyê li hemû jinan kir û got ku encax jin bi hevparî li dijî tundiyê derkevin.

Hevşaredar û jinên pêre piştî serdana esnafan çûn Nexweşxaneya Heremê ya Bêgirê û jinên nexweş ziyaret kirin.

(ho/rc)