Gel ewlehiya Heyeta Dadgehê girt
17:07
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê li cihê ku Nihat Kazanhan hatibû qetilkirin bi biryara dadgehê keşf hat kirin. Heyeta dadgehê her çiqas bi hinceta ewlehiyê nexwest bê keşfê jî piştî ku gel misogeriya ewlehiyê dan hatin û keşf kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi biryara dadgehê keşfa cihê zarokê bi nav Nihat Kazanhan (12) yê di 14'ê çileyê de li taxa Yafesê ji hêla polisan ve hatibû qetilkirin, hat kirin. Di keşfê de Heyeta 1'emîn Dadgeha Giran a Cizîrê, parêzerên malbata Kazanhan, Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî, Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konur, malbat û hevalên Kazanhan amade bûn. Heyeta dadgehê û parêzer bi dehan wesayitên zirxî yên polisan ve hatin cihê bûyerê. Heyeta dadgehê bi hinceta ewlehiyê nexwestin ku ji wesayitan peya bibin. Heyeta dadgehê îdia kir ku wan istixbarat girtiye ku kesên çekdar li cihê bûyerê hene. Lê parêzerên malbata Kazanhan bi heyetê re ketin diyalogê û diyar kirin ku tu pirsgirêkên ewlehiyê nînin. Şaredariya Cizîrê û welatiyên li taxa Yafesê dijin ji bo heyet were cihê bûyerê ewlehiya derdor girtin. Piştî parêzeran misogeriya ewlehiyê dan heyetê heyet hat cihê bûyerê. Li wir bapirê Nihat, Ali Kazanhan cardin bûyer ji heyetê re vegot. Heyetê ji navbêra cihê ku Nihat hatiye qetilkirin û cihê ku polîsan gule berdaye pîvan. Heyetê gelek caran ji bapirê Nihat pirs kirin û di navbêra cihê Nihat hatiye qetilkirin û gule hatiye berdan hatin û çûn. Piştî karê pîvanê hate kirin heyet ji taxê çûn.
(zt)