Dê konferansa 'Emê bi hev re şidetê bidin rawestandin' bê lidarxistin
09:19
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Bi pêşengiya Navenda Lêkolîn û Lêpirsîna Pirsgirêkên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin (DİKASUM) dê konferansa 'Emê bi hev re şidetê bidin rawestandin' bê lidarxistin. Seroka Daireya Polîtîkayên Jinan Yuksel Acar got: "Dê di dîrokê de şideta ser jinan, di rojevê de berdewamkirina wê û cureyên şidtê nîqaş bikin. Dê dibin roniya nirxandinan de ceribandin bên parkirin.
Bi pêşengiya Daireya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezinê Amedê û DİKASUM'ê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Jinan a Navnetewî Lihember Şidetê de konferans bêlidarxistin. Konferansa ku dê di 28'ê Mijdarê de li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn bêlidarxistin KJA, parlementerên HDP'ê, Mor Çati, hevşaredar, akademisyen, hemû sazî û dezgayên jinan amadebibin. Dê di konferansê de çî bê nirxandin Seroka Daireya Polîtîkayên Jinan a Bajarê Mezinê Amedê Yuksel Acar axivî û da zanîn ku dê bi dirûşma 'Emê bi hev re şidetê bidin rawestandin' konferansê lidarbixin.
'Emê awayên şidetê û rêbazên berxwedanê nîqaş bikin'
Yuksel destnîşan kir ku dê axaftina vekirina konferansê ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezinê Amedê Gultan Kişanak û Endama Koordinasyona KJA yê Elif Kaya ve bê kirin û wiha domand: "Emê hemû saziyên jinan 25'ê Mijdarê şidetê binirxînin. Emê konferansê jî ser van pêdiviyan lidarbixin. Emê di dîrokê de şidet û di rojevê de şideta jin dijîn binirxînin. Dê di roniya nîqaşan de ceribandinek derkeve holê." Yuksel anî ziman ku dê li ser pirsên weke 'Di tekoşîna jinan a li hemberî şidetê de' û di dema pêş de tekoşînek çawan bê nîşandan nirxandin bê kirin.
'Emê kampaniyayên ji bo pêşîlêgirtina şidetê pêşbixin'
Yuksel anî ziman ku hîna li her aliyê cîhanê şidet bi zêdebûna cureyên xwe zêde dike û wiha dom kir: "Emê di aliyê pêşîlêgirtina şidetê de kampaniyeyan pêşbixin. Em di konferansê de li benda nirxandin û parkirina ceribandinên hemû saziyên jinanin."
Yuksel rojeva konferansa ku dê rojekê berdewam bike wiha rêz kir:
RUNIŞTINA YEKEMÎN; ŞIDETA LI HEMBERÎ JINAN TÊ KIRIN
Moderator: Nukhet Sîrman
-Di aliyê dîrokî de berdewamkirina şideta ser jinan (beşdarvan: Ji KJA yê Pinar IŞIK)
-Şideta dewletê bi foruman/deshilatî û şideta zayendî (beşdarvan: Ruken Şengul)
-Newekheviya zayendî û şideta ser jinan (beşdarvan; Nisa Goksel)
RUNIŞTINA DUYEMÎN; DI ŞERAN DE ŞIDETA SER JINAN Û BERXWEDANA JINAN
Moderator; Nazan Ustundag
-Li Kurdistanê şideta dewletê û berxwedana jinan (Ji KJA yê Ayla Akat)
-Di şerên Rojhilata Navîn de rewşa jinan (beşdarvan: Akademisyen Seda Altug)
-Şideta ser jinên Êzidî û berxwedana jinan (beşdarvan: Feleknas Uca)
-Şoreşa Jinên Rojava (beşdarvan: Remziye Muhammed)
RUNIŞTINA SÊYEMÎN; LI HEMBERÎ ŞIDETA SER JINAN CERIBANDINÊN BERXWEDANÊ
Moderator: Olcay Kanlibaş
-Li Amedê ceribandinên tekoşîna jinan li hemberî şidetê (beşdarvan: Uuskel Aslan Acer)
-Di aliyê zagonî de ceribandinên berxwedana jinan li hemberî şidetê (beşdarvan: Hulya Gulbahar)
-Ceribandinên tevgerên jinên tirkiyê li hemberî şideta ser jinan (beşdarvan: Ji MOR Çatiyê Oznur Şubaşi)
Runiştina dawiyê jî nirxandin û parkirina ceribandinan.
(zt)