'Dixwazin di perwerdê de hişmendiya deshilat avabikin'
09:20
Tekoşin Tekin/JINHA
AMED - Hevseroka Hijmara 2'emîn a Şaxa Egitim-Sen a Amedê Arin Zumrut girêdayî cudahiya di nava jin û mêran de tê jiyîn axivî û got: "Rakirina perwerdeya têkilhev weke ku pêdiviyek civakê ye didin nîşandan. Weke ku em li hemberî perwerdeya dibistanên îmam hatîbin bi aliyek wiha de dibin û dixwazin bi wî awayî ser kirinên xwe bigirin."
Yek ji navendên ku polîtîkaya hişmendiya mêran herî zêde lê serdest jî herêma perwerde û hînkirinê ye. Hevseroka Hijmara 2'emîn a Şaxa Egitim-Sen a Amedê Arin Zumrut di perwerdê de cudahî xistina nava jin û mêran nirxand. Arin da zanîn ku divê di dibistanan de xwendekarên keç û lawik ji hev neyên cudakirin, bi hev re bên perwerde kirin.
'Em bi hişmendiyek zanendperest û blokbûyî re ru bi ru ne'
Arin destnîşan kir ku ji bo perwerda têkilhev ji holê rakin deshilatî bi her awayî dixebite û wiha domand: "Em bi pergalek a perwerdê muhafaza, zayendîperest û blokbûn dike re ru bi ru en. Di rastiyê de divê di nava civakê de jin û mêr weke hev bin. Ji bo ku jin nekeve pîlana duyemîn em ji bingeh de despêbikin, zarokan li ser bingehê wekheviyê perwerde bikin, ji bo wê jî em li dijî cudakirinê ne û ji bo wekhev kirinê çî bêxwestin emê bikin. Ji bo avakirina nifşek bitendurust divê despêkê navendek tendurist hebe. Ji derveyî dibistanên tayîbet ên zarokên keç û lawik ji hev cuda dixwînin, hewildidin dibistanên têkel jî cuda bikin."
'Ji hev cudakirina polan bihêzkirina hişmendiya deshilate'
Arin bilêv kir ku ji hev cudakirina polên zarokên keç û lawik civakîbûna wan asteng dike û wiha berdewam kir: "Li vî welatî destjêberdin ziman û çanda xwe jiyan kirinê, heya bi hev re di heman polê de perwerde dîtinê qedexe dikin. Di polên têkel de xwendekar dixwazin perwerdê bibînin yan na ev biriyara wane. Ne mamosta, ne hikumet, ne wezîr û ne jî mudur nikarin biriyara vê bidin. Deshilata siyasî dixwaze kesên li gorî xwe avabike. Tekoşîna jinê asta ku gihayê li hemberî vê hişmendiya deshilat tekoşîn kiriye."
'Weke ku rakirina perwerdeya têkel pêdiviyekî civakiye'
Arin anî ziman ku despêkê ev hişmendiya zayendîperest li zanîngehan despêkirin, paşê jî li dibistanên navîn û amadeyî jî dixwazin berdewam bikin û wiha dom kir: "Deshilatiya siyasî ji holê rakirina perwerda têkel weke ku pêwîstiyekî civakê ye dide nîşandan. Weke ku em li hemberî perwerda îmam hatîbin îmajek wiha didin û bi aliyek cuda de dibin. Di civakek asta tekoşînê wiha bilind de ew nikarin sepandinek wiha bikin."
Arin derbirî ku divê her kes li gorî dibistanek çawan dixwaze û ji bo perwerdê şertek çawan dixwaze bên perwerdekirin û wiha pêde çu: "Li her derê her kes li gorî daxwaza xwe dixwînin, ew nikarin ji hev cudakirinê ser zarokên me ferz bikin. Em perwerdeyek demokratîk a bi zimanê dayîka xwe dixwazin. Evqas daxwazên perwerda bi zimanê dayîkê hene lê nayên dîtin. Em desturê nadin vê hişmendiyê û napejirînin."
(zt)