Jinên Colemêrgê li hemberî bêrêziya li cenayezan tê kirin bertek nîşan dan
09:22
JINHA
COLEMÊRG - Jinên Colemêrgê bertek nîşanî bêrêziya li cenazeyê 5 HPG yiyan hatî kirin dan û gotin: "Ev zilma ser cenazeyên gerillayên me tê kirin em qebul nakin. Bila Erdogan hedê xwe bizane. Divê dayikên gerilla û leşkeran li hemberi zilma Erdogan bibin yek. Netenê dayîk divê hemû kes li hemberî van kirinan destê xwe danin ser wijdana xwe û bi wijdanî nêzî van kirinan bibin."
Di şerê li Kurdistanê berdewam dike de hovîtî û binpêkirina zagonên şer ji berê heya niha heye û berdewam dike. Di şerek ê ku sala 2008'an de li navçeya Şemzînana Colemêrgê qewimiyî de 5 HPG yiyan jiyana xwe jidestdabûn. Di dema teşhîskirina cenazeyan de hat dîtin ku di şer de kîmya avêtine û di kîmiyayê de jiyana xwe jidest dane. Her wiha girêdayî wê bûyerê dîmenên nû derketin holê di mediyayê de hatin weşandin. Jinên Colemêrgê bertek nîşanî wan kirinên der mirovî dan.
Dayika bi navê Asya Guzel bertek nîşanî wan kirinan û dîmenên hatine dîtin da û got: "Ev zilma ser cenazeyên gerillayên me tê kirin em qebul nakin. Bila Erdogan hedê xwe bizane. Em Tayip Erdogan û çeteyên wi sed caran lenet dikin. Ev zilma li ser cenazeyan li diji mirovahiyê ye. Maqey ew mirovin goristanên me tên bombebaran kirin cenazeyên me tên teşhir kirin ev çi hovîtiye ser me dikin. Bila Erdogan bizane em hêdi hêdi tên heya ku em wê qesrê serê wan de hildiweşînin emê li ber xwe bidin û tebikoşinê bilinbikin."
'Ewê di agirê berdide dilê em dayîkan de bişewitin'
Ayşê Tekin, jî bang li hemû gelê kurd kir ku li hemberî van kirinan yekîtiya xwe bihêz bikin û wiha axivi; "Divê dayikên gerilla û leşkeran li hemberi zilma Erdogan bibin yek. Netenê dayîk divê hemû kes li hemberî van kirinan destê xwe danin ser wijdana xwe û bi wijdanî nêzî van kirinan bibin. Înşlah dê lenet bibare li ser Erdogan û çeteyên wî. Ev tişt bê rumetiye bê ehleqiye. Em dayîkin ger ew nêziki me bibe dê di agirê me da bişewite. Divê em bibin yek ku Erdogan û hikumeta Erdogan ji me bi tirse. Em Erdogan û çeteyên wî bi tundî şermizar dikin."
'Ew hovîtî li hember hemû mirovahiyê hatiye kirin'
Elif Ozdemir jî anî ziman ku ewê vê zilmê nepejirînin wiha domand; "Ev zilm û zordariya li ser gerillayên me li ser gelê me û tevahiya Kurdistanê tê kirin. Em vê zilmê qebul nakin. Em dayikên gerilla, dayikên şehidan yên leşkeranin. Bila dayîk hemû bibin yek li hemberi zordariya hikumetê dakevin qadan. Divê ev bêrumeti ya li ser cenazeyên gerillayên me hatin kirin divê dayik qebul nekin ew gerillayên me zarokên me hemuya nin. Bila Erdogan, ji me bi tirse em dayîkin, hestiyarin dema ku pêl demarê me bikin em ne wan û ne deshilatiya wan nasnakin. Ev bê tehemuliya ser cenazeyên gerillayên me tê kirin li dijî jiyan û mirovahiyê ye. Divê gelê kurd û tayîbetî jî hemû dayîk li hemberî vê bêdeng neminin. Em Erdogan, û çeteyên wî şermizar dikin. Xweda dilê wî jî bişewitine ji bo ku ew me têbigihije."
(zyd/zt)