Fermandara YPJ-Şengal:

10:24

Jînda Asmen/JINHA

ŞENGAL - Fermandara YPJ-Şengal Dersîm Şengal destnîşan kir ku Şengal bi hêza jinan a rêxistinkirî hatî azad kirin û ji bo 25'ê Mijdarê peyam da. Dersîm diyar kir ku jin bi parastina cewherî re wê berxwedana xwe kurtir bike û wiha got: "Hêzên YJA Star, YPJ û YPJ-Şengal bi kurkirina têkoşînê, nîşan da ku jin di 25'ê Mijdarê de çawan bijîn. Berî salek êrîşê me kirin lê bi hêzkirina parastina cewherî me bersiva xort da."

Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê Şengal dagirkir û bi hezaran Êzîdî qetilkir. Li cihên ku hatin dagirkirin bi polîtîkayên şer ên ser bedena jinê bi hezaran jinên Êzidî hatin dîl girtin. Jinên Şengalê ji ber êrîşan neçar man li kampên Kurdistanê ên Rojava û bakûr bi cih bibin. Jinên ku berê xwe dan çiyayê Şengalê jî bi rêxistina cewherî derbasî berxwedanê bûn û hêza xwe a YPJ- Şengal avakir. Bi berxwedanê re di 13'ê Mijdarê de Şengal hat azad kirin.

Peyama YPJ'ê a 25'ê Mijdarê

Jinên Êzidî ên ku ji nêzve rastî şîdeta desthilatdariyê hatine têkoşîn hilbijartin û serkeftinên mezin bi destxistin. Fermandara YPJ-Şengal Dersîm Şengalî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê nirxand û wiha got: "Şîdeta ser jinê bi her aweyî berdewam dike. Mînak zarokên keç di mal de ji aliyê malbatê ve rastî şîdetê tê. Cûdakarî dixin navbera zarokên keç û mêr de. Ji ber vê zarokên keç bi derûniyek bindest tê mezin kirin." Dersîm anî ziman ku têkoşîn li hember vê pergalê erka serekeye.

'Jinên Şengalê bersiv da desthilatdariyê mêr'

Dersîm got: "Zarokên keç û jin herdem wek malê hinekan hatiye dîtin. Di sedsala me ya îro de jî cûdakarî di navbera jin û mêr de bi aweyek şênber diyare û hewldidin vê yekê kur bikin. Jin, di pergala desthilatdariya mêr de tu car wek însan negirtine dest. Li ser bedena jinê bi hişmendiya bazirganiyê nêzdibin. Jin wek amûrek meta hatiye dîtin û xwestine bifroşin. Tecevûza jinan dawî lê nayê. Mirinên jinan her ku diçe zêde dibe. Mêr di roja me a îro jiyana jinan dorpêç kiriye û hewldide pêşî li raperîna jinan bigre. Ev hişmendî di malbatê de despêdike û heya mirinê berdewam dike. Li hember vê yekê dema ku jin dixwaze xwe bi rêxistin bike rastî êrîşan tê. Bi taybet li ser jinên Rojhilat ev pêkanîn tên kirin. Di vê mijarê de mirov dikare mînakê jinên Şengalê bide."

'Divê herkes şerma sedsala 21'an bijî'

Dersîm wiha domkir: "Berî salek bi dagirkirina Şengalê re di fermana ku hatî jiyan kirin de gelek jin ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatin girtin û kirin xenîmetê şer. Jinên Êzidî hêj li bazarê wek kole tê firotin û tê qetil kirin. Eger di sedsala 21'an de hêj bi hezaran jin tên dîlgirtin û rastî şîdetê tê, li ser navê mirovahiyê şermek mezine." Dersîm destnîşan kir ku li hember zîhniyeta desthilatdariya mêr rêxistinbûna jin bersiva herî bi hêze û wiha domkir: "Hêzên YJA Star, YPJ û YPJ-Şengal bi kurkirina têkoşînê, nîşan da ku jin di 25'ê Mijdarê de çawan bijîn."

'Niha ew direvin...'

Dersîm wiha dawî li gotina xwe anî: "Wek jinên YPJ-Şengal heya ku jinên Êzidî ên dîlgirtî bên rizgarkirin dê têkoşîna me bidome. Em ê piştgirî bidin tevahî jinên cîhanê û sozê hesabê van kiriyarên ku tê kirin xwestin didin. Êdî em ê serê xwe ji tiştek re jî ne tewînin. Wek jin me riyê azadiyê û ronahiyê dît. Em ê êdî di riyê tarî de nemeşin. Berî salek êrîşê me kirin lê bi hêzkirina parastina cewherî me bersiva xort da."

(rc)