'JINHA, bêtir li hember hişmendiya baviksalariyê disekine'

10:58

JINHA

STENBOL - Rojnamegeran êrîş û astengiyên li ser çapemeniyê nirxandin. Rojnameger Mehveş Evîn got ku teqez li ser civak û jinê hişmendiyek bi tund tê meşandin. Mehveş diyar kir ku êrîşên li ser JINHA'yê astengkirina azadiya çapemeniyê ye.

Di rojên dawî de her ku diçe êrîş û astegiyen li ser çapemeniyê zêde dibe. Desthîlatdariya hikûmeta AKP'ê ku ev 13'e sal e li ser civakê hişmendiya takekesî dide meşandin vê carê berê xwe vegerand ser çamemeniyê û xwest dengê gel bibire. Hikûmeta AKP'ê ku bivê nêzikatiyê, rûyê xwe yê şer dide nîşandan. Di salên 90'an de jî hikûmetên berî AKP'ê di serî de berên xwe didan çapemeniyê û rojnamegeran qetildikirin û an jî dihatin girtin. Di hikûmeta AKP'ê de jî ev hişmendî ne goriya û dîsa di serî de rojnameger bûn hedef. êrîş û girtina rojnamegeran ya herî dawî li Wanê hat jiyandin. Nuçegihanên ajansa DÎHA Îdrîş Yilmaz û ya JINHA'yê Vildan Atmaca yên ku di dema şopandina nûçeyê de hatin girtin bûn.

Erîş û astegiyên hikûmeta AKP'ê yên li ser çapemeniyê rastî rojnamegeran hat. Rojnameger Mehve Evîn êrîş û astegniyên li ser ajansa JINHA'yê nirxand û got ku êrîşên li ser çapemeniyê raste rast li ser azadiya jinê ye û hişmendiya baviksalariye. Mehveş anî ziman ku êrîşên li ser çapemeniyê bê tehemûliyê û wiha pê de çû: " Îro rewşa ku em tê de ne rewşek awarte ye, em di nav jiyanek tijî îhlalî û astengiyê de dijîn. Ev rewş salên 90'î tîne bîra mirovan. Çawa ku di sala 1931'an de bi zagonên Matbuat'ê devê çapemeniyê hat girtin. Niha jî bi qanuna Takrîrî-î Sûkun dixweze hem devê çepemeniyê hem jî ya hemû muhalîfan bigire. "

'Yên ku qala azadiya çapemeniyê kir niha herî zêde ew asteng dikin'

Mehveş destnîşan kir ku li Tirkiyê pergala dema hikûmeta Menderes wek hev e û wiha domand: "Hemû partî di destpêkê de qala azadî û mafê çapemeniyê dikirin. Lê mixabin ku dema di bûn desthilatdar vedigerin hişmendiya pergalê û di serî de çapemeniyê asteng dikin. Niha hikûmeta AKP'ê vê wek wan dike. Dema ku hikûmeta AKP'ê bû desthîlatdar her tim nêzikatî û hişmendiya hikûmetên din rexnedikir lê niha ji wan bêtir dike."

'Me hesapa salên 90'î nexwest'

Mehveş di berdewamiya axaftina xwe de li ser hilbijartina 7'ê Hezîrandê rawestiya û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Pîştî hilbijartina 7'ê hezîranê welet carek din vegeriya salên 90'î. AKP'ê di her firsandê de wek gef li her derî dianî ziman û digot eger AKP'ê kar neke dê komkujî û êrîş bên. Di sala 1992'an de 15 rojnameger hatin qetîlkirin û ji wan 14 kes jî li Kurdistanê ne. Ji ber ku me hesapa salên 90'î ji dewletê nexwest, îro ev tişt tên serê me."

'Êrîşên li ser çapemeniyê, bê çareseriya hikûmetê ye'

Mehveş di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li ser çapemeniyê, bêçareseriya hikûmetê dide nîşandan. Hikûmet ji çapemeniyê ditirse û lewra berên xwe dide çapemeniyê. Hikûmet zerarê dide gel û civakê ji ber vê yekê jî naxwaze zirarên wan di nav civakê de belav bibe û ji ber vê bi her awayî digire."

(ho/rc)