Dayîkê Şemiyê: Şerê qirêj dewam dike

11:57

JINHA

ŞIRNEX - Dayîkê Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 358’mîn de aqubeta Ahmet Yagarcik ê ku di dewetê de tê qetil kirin pirsîn. Dayîkan diyar kir ku ji ber faîl nayên cezakirin şerê qirêj li Nisêbînê, Farqînê, Cizîrê dewam dikin û kuştin dewam dikin.

Dayîkê Şemiyê ku her heftê bi armanca ku aqubeta wendahiyên xwe bi pirsin çalakiya 358'mîn li darxistin Di çalakiya ku li Kolana Hûnerê tê li darxistin de albûma wendahiyan û 22 kesê ku di dema dorpêça Cizîrê de jiyana xwe ji dest da hat vekirin. Keça Maşallah Edîna 12 salî û gelek zarokê ku xizmên xwe hûnda kirine tevlî çalakiyê bûn. Dayîkê Şemiyê vê heftê aqubet Ahmet Yagarvikê li Taxa Cudî ya Cizîrê tê kuştin hat pirsîn. Çîroka Ahmet ji alî rêvebirê MEYA-DER’ê Veysî Durgût ve hat gotin.

Veysî destnîşan kir ku cerdevanan di sala 1997’an de bombe davêjin dewetekî û di encama vê bombê de 8 weletî jiyana xwe ji dest dane. Weysî got ku di vê dawetê de Ahmet Yagarcık birîndar dibe û wî radikin nexweşxana Cizîrê û wiha behsa wê bûyerê kir: “Piştî ku dayîka Ahmet Bedriye dibîheze kurê wê rakirine nexweşxanê ji bo ku rewşa kurê xwe hîn bibe diçe nexweşxanê lê li wê derê rastî gefxwarinê endamê JÎTEM’ê tê. Her kes dizane ku ew bombe bi fermana Kamîl Atak û Cemal Temîzoz hatine avêtin. Bi salane dayîka Ahmet li hêviyê ye ku fail bên ceza kirin lê heya niha tu pêngav ne hatî avêtin. Bedriye dibêje ku heya saxbe wê li pey kujerê kurê xwe be. Edalate dereng mayî ne edalete em dixwazin ku edalet zu bi cîh bê.”

‘Kujer tên pîroz kirin’

Endamê Komeleya Oldarên Botanê Mele İsmail jî li vê derê axivî û berxwedana Dayîkê Şemiyê silav kir û ev tişt anî ziman:” Ev nîzikî 20 sal di ser bûyeran de derbas bûye van kujeran nayên ceza kirin û tên serbest berdan û bi vî şeklî tên pîroz kirin. Ji bo vê jî fikir rû ramanê qirêj dîsa dileyîzin.” Mele İsmail balê kişand ser Nisêbînê û wiha got: “ Her şerek ehlekekî wî heye lê tû ehlekî vî şerî nîne. Pivanê vî şerî ne li gorî însanyetiyê ne."

Piştî axaftinan dayîkan 5 deqe çalakiya rûnişkandinê pêk anîn.

(ma/rc)