Gabi Gartner:Tundiya li dijî jinan pirsgirêkekî pergali ye
12:13
JINHA
SILÊMANÎ - Şandeka rêxistana ICOR ya Elmanî ku li ser prensîbên li dijî bê mafiya li hemberî mirovan tê kirin hatî avakirin, li 30'î welatan 180 partî di nav de cih digre, ji bo biçin Rojava û tevlî xebatên avakirinê bibin, niha li başûrê Kurdıstanê ne. Endama Komîteya Navendî ya partiya MLPD'ê ya Alman Gabi Gartner, ku yek ji berpirsên şandêye got: "Li cîhanê têkoşîna hemû gelen bi yekêtî û piştgiriyê bi serketine."
Endama Komîteya Navendî ya partiya MLPD'ê ya Alman Gabi Gartner ya li nav şandeya ICOR (International Coordination of Revolutionary Parties and Organizations) ji bo derbasî Rojava bibin, li Herêma Başûrê Kurdistanê ne. Gabi Gartner Nûnertiya Kantonên Rojava a li bajarê Silêmaniyê ziyaret kirin û wiha axivî: "Dema li Rojava têkoşîna azadiyê û berxwedanê berfireh bû, me ji bo piştgirîkirina wê biryar da. Piştre tenê li ser kaxez, yan jî bi protestokirinan re sînor dar nema, di heman demê de em fikîrin ku di warê pratîk de jî, ji bo piştgiriya wê organîzekirinan bikin. Ji ber ku em dizanîn li cîhanê hemû têkoşînên gelan bi yekêtî û piştgiriyê bi ser ketine."
'Ji bo avakirina Rojava em ê bibin alîkar'
Gabi Gatner diyar kir ku kapitalîzim û emperyalîzimê zerer daye mirovahî û ji ber vê yekê rê ji krîza re vekiriye û wiha axvî : "Li hemberê vê, divê em rihekî hevbeş ê piştgirî û yekîtiyê pêşbixinîn û têkoşînê bikin. Li ser vê fikrê weke komekî xebatê ya navnetewî, me biryara piştgirîkirina bi Rojava re da. Ji bo avakirina Rojava em ê destekê bidin. Em bawerin ku yek ji xebatên avakirinê tenduristiye. Em difikirîn ku navendekî tenduristiyê li wir avabikin."
'Tundiya li dijî jinan pirsgirêkekî pergali ye'
Gabi Gartner di nirxandinên xwe de bal kişand ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li Almanyayê heya niha jî ewqas berfireh xwedî li 25'ê Mijdarê dernakeve. Lê me weke MLPD (Partiyekî endamê ICOR) ji bo ev roj bi awayekî fermî bê naskirin, herwiha ev roj di heman demê de weke rojekî polîtîk jî me îfadekir, cardin me serlêdan kir. Em dizanînn ku tundiya li dijî jinê pirsgirêkekî pergali ye û dizanin ku kapitalîzim û feodalîzim vê xwedî dike. Em dizanin, ji bo jinên Kurd azad nebin û bên çewsandin rengekî tundiyê ya zelal heye. Ji derveyî vê yekê bêmafiya li hemberî jinên dixebitin jî rengekî tundiyê ye. Bêguman jinên di mal de rastî zextan tên, yan rastî nêzîkbûnên zayendî jî tên curekî tundiyê ye."
Gabi Gartner, herî dawiyê diyar kir ku li Rojava şerê YPJ li dijî DAIŞ'ê dide meşandin cihê kelecan û şanaziyekî mezin e.
Rêxistina ICOR(International Coordination of Revolutionary Parties and Organizations) ya ku li ser prensîbên li dijî bêmafiya li hemberî mirovan tê kirin hatî avakirin, li 30 welatan 180 partî di nav de cih digre. Şanda rêxistana ICOR ya Elmanî kû ji nûnerê pir welatên cîhanê pêktê, piştî kû beriya 2 rojan nunertiya kantonên rojava li bajêrê Silêmaniyê ziyaret kir, xwastin biçin Rojavayê Kurdistan, lê piştî şande 2 rojan li deriyê sînor ê Sêmalka hat sekinandin û ji aliyê PDK'ê ve hatin astengkrin duh danê êvarê vegeriyan bajarê Silêmaniyê.
(şb/rc)