Şaredariya Til Temir dest bi hemleya paqijiyê kir

12:40

JINHA

TIL TEMIR - Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê di çerçoveya xebatê avakirinê de dest bi hemleya paqijiya bajêr kir.

Di çerçoveya xebatê ji nûde înşakirina bajêr Şaredariya Gel a bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê dest bi hemleya paqijiyê kir. Derbarê mijarê de Rêveberiya komîteya paqijiyê Mihemed Dawê wiha got: "Wek şaredariya gel li bajarê Til Temir me dest bi hemleya paqijî kir. Ev hemle di çerçoveyê ji nûde avakirina bajêr de despêkir û dê gel sûdê ji vê hemlê bistîne. Hem ji bo tenduristiya gel û hem jî ji bo avakirina bajêr dê gelek bi feyde be. Erkê me bi rêxistinkirina bajêre lê di parastinê vê rêxistinbûnê erk dikeve ser milê gelê me. Divê gelê me jî xwedî li vê hemlê derê û bajarên xwe paqij bigrin da ku em tenduristiya xwe biparêzin."

(şs/rc)