Li Denîzliyê jinan greva birçîbûnê dewr girt
12:55
Mijdar
21
/ 2015
JINHA
DENÎZLÎ - Li Denîzliyê greva birçîbûnê ya ku HDP'iyan ji bo şermezarkirina qatlîamên li Kurdistanê dabûn destpêkirin ji aliyê jinan ve hate dewrgirtin.
Li Denîzliyê rêveberên HDP'ê ku ji bo qatlîam û êrîşên li Kurdistanê ji aliyê hêzên dewletê ve tê kirin şermezar bikin greva birçîbûnê dabûn destpêkirin keta roja 6'emîn. Greva birçîbûnê ji aliyê jinan ve hate dewrgirtin. Rêveberên partiyê diyar kirin ku heta ku êrîş bi dawî bibin dê çalakiyê xwe bidomînin û ji bilî qatlîaman polîtîkayên dewletê yên li dijî jinan jî şermezar dikin.
(rc)