Jin ber bi taxên ku qedexe lê heyî ve dimeşin
15:16
JINHA
MÊRDÎN - Li ser banga KJA ya Mêrdînê bi hezaran jin ji bo dorpêça li ser taxên Nisêbînê rakin dest bi meşek girseyî kirin. Jinên ku çûn taxên ku qedexe lê rabûye û dûvre berê xwe dan taxên ku hîna qedexe lê berdewam e.
Li ser bangawaziya Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Mêrdînê bi sedan welatî li ber avahiya Rêxistina Bajêr a DBP'a Nisêbînê civiyan û dest bi meşê kirin. Parlementera HDP'ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş, Parlementera HDP'a Amedê Feleknas Uca, Parlementera HDP'a Mêrdîn Gûlser Yildirim û Hevseroka DBP'a Bajêr a Mêrdînê Perîhan Agaoglu tevî meşê bûn. Meral Daniş Beştaş li ber avahiya Rêxistina Bajêr ya DBP'ê axaftin kir û wiha got: "Bêy ku navê darbê dayîne bi qedexekirin û rêbazên din pêk tîne. Vîna gelê Kurdistanê a xwerêvebirinê napejrîne. Bi top û çekên giran êrîşê vîna gel dikin." Meral destnîşan kir ku dervî berxwedanê riyek din nîne û wiha domkir: "Li Kurdistanê berdewamiya hovîtiyê heye. Selamet Yeşîlmen li ber derê malê xwe hat qetil kirin. Nurhan Kaplan ji ber şîdeta dewletê jiyana xwe ji dest da. Çi dibe bila bibe tu hêz wê nekaribe vîna xwerêveberinê bişkîne." Piştî axaftinê meş ber bi taxên ku qedexe lê hatine rakirin ve despêkir. Meşa ku li tax û kolanan pêk hatî welatiyên taxê bi kêfxweşî pêşwazî kirin.
'Daxuyanî têra nake divê herkes berê xwe bide Nisêbînê'
Her wiha welatiyên li taxê diyar kirin ku ji bo qedexeya li ser taxan bê rakirin divê ne tenê bi daxuyanî piştgirî bê dayîn di heman demê de divê çalakiyên cur be cur werin pêk anîn û wiha gotiin: "Daxuyanî têra nake divê herkes berê xwe bide Nisêbînê."
Piştî ziyareta taxan parlementer û jin cardin li hev kombûn û berê xwe dan Nisêbînê.
(rc)