Hûda Kaya: Jin dê bi têkoşinê azadiya xwe bi dest bixin

15:49

JINHA

WAN - KJA'ya Wanê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Hemberî Tundiya Jinê ya Cihanê li navçeya Erdîşa Wanê bi jinan re civîn li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Stanbolê Hûda Kaya di civînê de anî ziman ku ji dîrokê heya niha jin li hemberî tundiyê têdikoşin û dê bi têkoşinê azadiya xwe bidest bixin.

Kongereya Jinên Azad (KJA) ya Wanê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Hemberî Tundiya Jinê ya Cihanê li navçeya Erdîşê bi jinan re civîn li dar xist. Civîn li salona Konferansa Şaredariyê pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Stanbolê Huda Kaya, endam û nûnerên HDP'ê yên navçeya Erdîşa Wanê û bi sedan jin di civînê de amade bûn. Li cihê civînê pankarta li ser "Em ê bi rihê Ekîn Wan berxwedanê bilind bikin û Jiyana azad ava bikin", "Tundiya mêr bîrdoziye, parastina rêwa ye" û "Destê xwe nede vîna min" hat dalîqandin. Aktîvista KJA'ê ya Wanê Nurcan Boran axaftina vekirinê kir û diyar kir ku jin ji dîrokê heya niha her tim rastî tundiya mêr hatine û dê ji îro û pêde jin li hemberî tundiyê bibin yek û li ber xwe bidin.

Piştî Nurcan Parlamentera HDP'ê ya Stabolê Hûda Kaya axivî û di serî de jinê li salonê silav kir. Hûda li ser girîngiya tundiya li ser jinê rawestiya û wiha axivî:"Ji dîrokê heya îro her tim jin rastî tundiyê hatine. Ligel hemû têkoşîn çalakiyên jinan ev tundî nehat çareser kirin. Sedema neçareserkirina tundiya li ser jinê ji hişmendiya desthîlatdariyê ye. Desthilatdarî xwe li ser tundiya jinê dide jiyandan. Eger ku jin azad bibe dê pergal bikeve û ji holê raba. Ji ber vê yekê dewlet pergala xwe bi tundiya jinê diparêze."

'Dewlet ji hêza jinê ditirse'

Hûda li ser êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li ser jinê jî rawestiya û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ji hêza jinê ditirsa û ev tişt got: "Dewlet hemû hêza xwe daniyê ser jina kurd û wan di girtigehan de dixweze bêdeng bike. Di cîhanê de tenê jinên Kurd li hemberî dewlet û pergalê li bajar û li ser çiya têdikoşin û li ber xwe didin. Dewlet baş dizane ku eger jin azad bibe dê hişmendiya desthilatdariyê ji holê rabe û jiyana azad bikeve dewrê. Lewra dewlet û hişmendiya siyasî hemû ji jinê ditirse û berê xwe dide jinê û dixwazin jin tune bikin."

'Jin dê bi rihê Sakîne û Ekînan bi ser bikeve'

Hûda di berdewamiya axaftina xwe de got ku dê jin bi rih û berxwedana Sakîne, Ekîn Wan û jinên berxwedêr bi ser bikevin û azadiya xwe bidest bixin û wiha bi dawî li axaftina xwe anî: "Jinên kurd bi salan li hemberî hişmendiya desthilatdariyê têkoşiyan. Dîsa bi hezaran jinên têkoşer ji bo azadiyê canên xwe feda kirin û em mîrateyên wan in."

Piştî axaftinê nameya Hevseroka Erdîşê Dîba Keskîn a ku berî mehek hat girtin, hat xwendin. Di dema xwendina nameyê de jinên di civînê de amadebûn bi deqeyan li çepîkan dan. Pişt re sînevizyona bi mijara tundiya li ser jinê hat pêşandan.

Bername bi belav kirina diyariyan bi dawî bû.

(ga-ho/rc)