Peymangeha Şehîd Baz rastî eleqeyek mezin tê

11:16

Sosin Xan-Rûken Dêrik/JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Peymangeha Şehîd Baz a hînbûna zimanê Kurdî li bajarê Girk Legê bi beştarbûna 120 endaman destpêkir.

Xebatê înşakirina xweseriya demokratîk bê navber didome. Peymangeha Şehîd Baz a hînbûna zimanê Kurdî bi armanca avakirina nifşek bi hizir û ramanên azad li bajarê Girkê Legê bi tevlîbûna 120 endaman perwerde despêkir. Şagirtên peymangehê derbarê perwerdeya ku tê dîtin de axivîn û wiha gotin: "Em hêz ji çand û zimanê xwe digrin. Bi hezaran sal zimanê me hat qedexe kirin. Em ji bo xwedî li çand û zimanê xwe derkevin, em tevlî perwerdê bûn. Şehîdên me erka avakirina jiyana nû ji bo me hêştin, em ê xwedî li doza wan derkevin."

Rêveberiya Peymangeha Şehîd Baz Suha Berekat qala xalên girîng kirin û wiha got: "Ev du dewre li peymangehê tê dayîn. Şagirtên dewra Şehîd Baz piranî jin in. Bi giştî 120 şagirt tevlî vê dewrê bûne. Perwerde piranî li ser zimanê Kurdî tê dîtin. Me di peymangehê de komîteya displînê avakiriye. Ev komîte peymangehê bi rêxistin dike. Ji bo ku şagirt hevdû nasbikin û têkilî pêşbikevin, nîqaş tên meşandin û civîn tên li dar xistin."

Suha da zanîn ku ciwanên Ereb jî tevlî perwerdê dibin û eleqeyek mezin nîşan didin. Suha wiha domkir: "Em hewl didin jin bêhtir beşdarî vê perwerdê bikin, gelek jin hayê wan ji vê peymangehê nîne. Xebatê me di vî alîde jî heye. Ji ber jinên ku tevlî perwerdê dibin ne tenê hînê ziman dibin di heman demê de dibin pisporê vî karî." Suha di dawiyê de diyar kir ku armanca wan bi van perwerdeyan avakirina nifşek bi hizr û ramanên azad e.

Şagirta peymangehê Xelat Mihemed a ku ji gundê Kanî Kerkê diyar kir ku ji bo fêrî zimanê Kurdî bibe ew tevlî peymangehê bûye û wiha got: "Destpêkê agahiyê me ji dîroka ziman nînbû. Bi perwerdê re ez hînbûm. Ji ber pergala rejîma baasê em berê ditirsîn bi zimanê xwe bipeyvin. Lê bi şoreşa Rojava ev derfet hat avakirin û niha em di mercên baş de perwerdeya ziman dibînin."

Her wiha Kudistan Mustafa jî wiha got: "Mamosteyên peymangehê ji bo hînbûnê gelek alîkariyê me dikin. Hevaltiya wan bi şagirtan re gelek xweşe. Em li vir gelek demên xweş diborînin. Hem hînê ziman dibin hem jî têkiliya me a bi hevre bi hêz dibe."

(rc)