Ji jinên Îzmîrê peyama 25'ê Mijdarê
11:17
Handan Tufan / JINHA
ÎZMÎR - Bi armanca rasthatina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê me mîkrofonê xwe dirêjî jinên Îzmîrê kir. Jinan gotin: "Em di nava dorpêça şîdeta civak û aboriyê de ne" û banga kur kirina berxwedanê û yekîtiya têkoşînê kirin. Jinan li hember şîdeta desthilatdariyê di 'parastina cewherî de' hem fikirin.
Bi armanca rasthatina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaiya Navneteweyî ya li hember Şîdeta li dijî Jinê, li her qadê jin berxewdan û têkoşîna xwe berfireh kirine. Derbarê rojê de jinên Îzmîrê birsên "Şîdet çiye û dê çareseriyek çawan pêk were?" hat pirsîn. Jinan li her qadê banga xurt kirina têkoşînê li hember şîdetê kirin û anîn ziman ku şîdet hem civakî hem jî aboriye.
Kedkarê malê Dîlek Bozkurt: Ez li malê zarokê xwe xwedî dikim. Ji ber ez kedek li malê didim divê mehanî bidin min. Ji ber ez cihek nîne ez zarokê xwe lê bihêlim. Divê kedkarên mal mehanî bidin wan. Ez banga têkoşînê li tevahî jinan dikim.
Melîsa Aydin: Eger hûn welatek pir meraq dikin, di serî de şêwayê mirinê mirovan binêrin. Li ser vê gotinê mirov dikare rewşa jinê binirxîne. Her wiha zagonên ku kuştina jinan rawe dike. Ji gotinê heya cilek a ku jin li xwe dike dibe sedema kuştinê. Ev rewiş li Tirkiyê her ku diçe zêde dibe. Ez parastina cewherî ji bo jin wek maf dibînim û divê ev rawe bê dîtin.
Zûleyha Yalçin anî ziman ku şîdet bingeha xwe ji bê kariyê digre û got: Mêrê ku karek nebîne dest bi şîdetê dike. Ji bo pêşî li şîdetê bê divê dawî li bê karî were. Pêwîste jin li hember her cureyê şîdetê têbikoşe.
Çîgdem Aktûrk diyar kir ku ew wek Kurdek li Îzmîrê mezinbûye û wiha domkir: Ji ber ez li virim gelek car neçar mam nasnameyê xwe a kurdbûnê veşêrim. Ji nasnameyê xwe dûr mezin bûm. Ji tirsa şîdetê û tundiya civakê min nasnameya xwe veşart. Ez hem Kurdim hem jî kedkarim. Pêwîste li hember şîdetê jin bibin yek.
Çîlem Uslu da zanîn ku ew penabera Arnavutê ye û got: Ez ji nasnameyê xwe dûr mezin bûm. Derbarê nasnameyê xwede agahiya min qet nîne. Ez rûxmî ku ne tirkim, lê neçar mam wek tirkek mezin bibim. Ji bo min şîdet li wir destpêkir. Niha li nasnameyê xwe digerim lê nabînim. Piştî wek tirkek mezinbûm zewicîm. Piştî min şîdet ji hevserê xwe dît em veqetiyan. Niha şîdet nîne lê şîdeta civakî heye. Ya giran eve ji xwe.
Sevîm Batur: Carnan xebitim carnan jî li mal rûniştim. Bum dayîk. Niha cihê xwe di nava rêxistinek têkoşînê de digrim. Şîdeta li ser jinê a herî mezin derûniye. Em şîdeta ser beden û rihê xwe herdem hîsdikin. Ewqas cînayetê jinan pêk hat, êdî rawe tê dîtin. Em wek jin dikarin pêşiya vê yekê bigrin û gelek tiştên din bikin. Ji ber vê pêwîstî bi rêxistinê heye.
Gûlten Makasçi: Ez dayîka du zarokanim û xaniyê min bi kirê ye. Ez nikarim karek din bikim. Ez li kolanan tiştan difroşim. Gelek car ez bêy pere vedigerim malê. Bêy ku alîkarî ji dewletê bistînim ez dijîm. Ji ber ez li kolanan tiştan difroşim rastî gelek mirovan têm. Ji ber jinim gelek henekê xwe bi min dikin û tiştên min nakirin. Dikarin nestînin lê çima henekê xwe dikin?
Bahriye Duman: Hevjînê min astengdare. Saleke nikare karbike. Berê diçûm paqijiya malan. Lê niha êdî nikarim bikiim. Mehaniyê hevjînê min ji kirê re diçe. Em bi zorê debara xwe dikin. Ez şahîdê gelek buyeran bûme gelek car li kêlaka me li jinan dane. Em nikarin tiştek bikin tenê temaşe dikin. Ez dixwazim mudaxele bikim lê piştî wê dê çi bibe nizam. Ew mêr dê min jî wek wê jinê bide.
(rc)