‘Emê têkoşina xuşkên Mirabel bi gihînin serkeftinê’

11:21

JINHA

ŞIRNEX – Jinan li Cizîrê di çarçoveya çalakiyê 25 Mijdarê de li taxa Cudî civîn pêk anî û li taxa Yafes’ê jî bi girseyî belgefilma “Berçem” temaşe kirin. Hevseroka Meclisa Gel Asya Yûksel ji jinan re axivî û diyar kir ku têkoşîna xuşkên Mirabel li hember zilmê dane despê kirin ewê bi gihînin serkeftinê.

Li Cizîrê xebatên di çarçeweya 25’ê Mijdarê roja li têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê tê kirin dewam dikin. KJA yê di çarçovaya van xebatan de li taxa Cudî bi jinan re cîvîn pêk anî û li taxa Yafes’ê jî belgefilmê “ Berçem” dan temeşa kirin. Civîna ku li Mala Gel pêk hat bi deqeyek rêzgirtin despê kir li vê derê Hevseroka Meclisa Gel Asya Yûksel li ser wateya 25’ê Mijdarê axivî û diyar kir ku Xuşkên Mîrabel li hember zilmê serî xwe rakirine û ew tekoşîn ji wê rojê de dewam dike û wiha dirêjayî da axiftinê xwe: "Em dibêjin çawa wan serî netewand emê jî serî netewînin. Em ne tenê mafê jinan di parêzin em mafê insanyetiyê jî diparêzin."

‘Jinan bi keda xwe û tiliyên xwe bersiv da êrîşan’

Asya desnîşan kir ku zilma li ser jinê hê jî dewam dike û ev tişt anî ziman: "Sê jinên azad li Parisê hatin qetil kirin. Ekin Wan kuştin û bi aweyekî tazî avêtin nav kolanan. Xwestin ji me re bikin ibret; lê ew sebebê bilindkirina têkoşîna mene. Namusa mirovan ne bedena wane namusa me axa me ye azadiya me ye, êdî kes nikare bi bedena me derbê li me bixe.” Asya balê kişand ser êrişên ku li ser Nisêbîn, Gever û Licê tê meşandin û wiha got: "10 rojan bi êrîşên gelek giran hatin ser Cizîrê de lê jinan bi tîlîliyê xwe û keda xwe bersiv da vê yekê.”

Asya diyar kir ku Meclisa Gel di qadên civakî de hin biryara sitendiye û biryara wiha rêz kir: "Me zeweca bi zorê, pir zewaci, next, berdêl û zewaca di temenê bi çûk de qedexe kir. Me biryarê ku jin di qada aboriyê de pêş bikeve dan." Gotinên Asya ji alî jinan ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Di setên şevê de jinan li taxa Yafesê Belgefilmê Berçem temaşe kirin. Belgefilmê ku li Kobanê hatiye kişandin û jiyan şervanên YPJ’ê vedibêje ji alî jinan bi baldarî hat temeşekirin.

(ma/zt)