Festîvala Gelawêj bi rengê jinan xemilî
11:22
Şengar Bradost/JINHA
SILÊMANÎ - 19'emîn Festîvala Gelawêj bi navê Dewreya Arîn Mîrkan a çîrok, helbest û lêkolînan li salona Tewar a bajêrê Silêmaniyê di roja 3'emîn de didome.
19'emîn Festîvala Gelawêj bi navê Dewreya Arîn Mîrkan bi beşdarbûna gelek kesan di 20'ê Mijdarê de li bajarê Silêmaniyê destpêkir. Di festîvalê de gelek berhemên wek helbest, dokumentar û mijarên rewşenbîrî ji aliyê beşdarên biyanî û Kurdistanî ve hatin pêşkêş kirin. Endama Desteya Rêveberî di navenda rewşenbîrî ya Gelawêj de Jawe Şalî girêdayî xebatên fîstîvalê ji ajansa me re axivî û ragihand ku festîval bi rengê jinan bi rêve diçe û jinên Rojava wek nimûneya jinên demê hatin diyar kirin."
'Festîvala îsal girîngeyek taybet da berhemên jinan'
Endama Desteya Rêveberî di navenda rewşenbîrî ya GELAWÊJ de Jawe Şalî ragihand ku herçendî Herêma Başûrê Kûrdistan di nav şer û aloziyan de derbas dibe jî lê 19'emîn festîvala Gelawêj dewreya Arîn Mîrkan, dest bi kar û çalakiyên xwe kir û got: "Festîvala îsal ji salê cudatir birêve diçe. Herweha girîngiyek taybet ji berhemên jinan re hatiye dayîn ji bo jinan rojek taybet hatiye veqetandin. Di roja jinan de hejmarek zêde jin di hemî aliyên wek; huner, çand û siyasî de tevlî bûn û berhemên hêja pêşkêş kirin. Rojek taybet ji bo wêjeya tirkî û Yaşar Kemal hatibû diyar kirin, rojek ji wêjeya Erebî, rojek jî ji bo wêjeya Farsî hatiye diyar kirin."
Jawe Şalî destnîşna kir ku di roja taybet ji jinan re hatibû veqetandin de behsa girîngî û rola jinên Rojava hat kirin û wiha domand: "Behsa şervanên me yên jin û têkoşîna jinên Rojava hatkirin. Ji ber ku ew ji bo ax û welat canê xwe feda dikin, bi serbilindî dijîn. Tekoşîna wan bilind hate nirxandin, wek nimûneya berxwedana demê hatin binav kirin."
'Jinên Rojava îspat kirin ku em jin dikarin di hemî beşên civakê de rola pêşeng bilîzin'
Jale, didawiya axaftina xwe de birasthatina 25 ê Mijdarê roja cîhanî ya tekoşîna li hember tundiya ser jinê, balkişande ser rewşa jinan di qadên siyasî û fikrî de û got: "Ez dibêjim ku mixabin tundî û terora li ser jinan ne tenê di aliyê bedenî de ye, tundî û zexta li ser hizir û hewildanên jinan pir zêde ye. Di navenda bajerek wek Silêmanî de kuştina jinekê mînaka herî berbiçav a rewşa jinan di Başûrê Kurdistanê de ye. Em dibînin di Rojava de jin di her alî detekoşîn dimeşînin. Jinên Rojava îspat kirin ku em jin dikarin di hemî beşên civakê de rola pêşeng bilîzin. Ji bo wê nabe em xwe ji tekoşîna siyasî dûr bixin. Ji bo em jiyanê berdewam bikin pêwîste jin bigiştî jinên Rojhilata Navîn bi taybet jî jinên Kurd şer bikin. Tenê şerkirin di her qadê de dikare tekoşînê ser bixe."
(şb/zt)