Li Geverê jin pêşengiya berxwedanê dikin
11:23
JINHA
COLEMÊRG - Li Geverê jî dibin dorpêçê de berxwedana gel berdewam dike.
Şeva din di saet 08.00'an de Waliyê Colemêrgê li Geverê qedexeya derketina kolanan îlan kir. Di dema qedexeya derketina kolanan de li taxên Cumhuriyet, Roman û Eskikişlayê bi pêşengiya jinan gel daketin kolanan û bi çalakiya deng derxistinê kqedexe protesto kirin. Dayika bi navê Misrihan Çoruh, da zanin ku ew dest ji berxwedanê bernadin û wiha axivi; "Em bang li qesrê dikin bila fermanên dide xwe şaş neke bila ew wisa fêm neke ku gel nikare xwe bi parêze. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe emê li hemberî hovitiya wan li berxwe bidin. Du şevan li vir 2 ciwanên me bi hovane qetil kirin. Em vê qebul nakin, em wi û rêveberiya wî protesto dikin. Bila êdi dayikên leşkeran ji dest bidin me, em bi hev re qesrê bişkinin. Dayikên leşkeran çawa vê qebul dikin. Gelo çima Erdogan kurê xwe naşine leşkeri yê? Ma gelo ew qet ji xwe napirsin ew zarokên wan ji bo xwe dike qurban bila êdi vê rastiyê bizanin. Biji berxwedana Geverê."
Xezal Atılgan, jî diyar kir ku ger ev zilim berdewam bike ew jî dê çekê bigirin destê xwe li çeperan liberxwe bidin û wiha domand; "Ger Erdogan bêje ez oldarim ez hezar caran ji wî oldartirim. Ev zilma li ser gelê me û Ciwanên me dike ki dike bila Erdogan sebra me nekişine. Welle pêwist be em ji dê çekê bigirin destê xwe di çeperan de li hemberî zilma wî liberxwe bidin. Êdi bes e."
(zyd/zt)