'Ji bo ji hişmendiya mêrane re bêjin 'bese' em dakevin qadan'
11:51
JINHA
STENBOL - Jinên Stenbolê bang li hemû jinan kirin ku li hemberî şidet, tacîz, tecawîz û qirkirinên dewletê û mêran dakevin qadan.
Ji rêxistinên jinan ên Stenbolê Kongra Jinên Azad (KJA) Jinên Komeleya Çareseriyên Nû yên Parastin Mafê Jinan, Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan, Şêwirmendiya Jinên Zanîngehê, rêxistinên LGBTÎ, Wexfa Pêşdebirina Çavkaniyên Mirovan (ÎKGV) û gelek rêxistinên dinê yên jinan bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Jinan a Navnetewî Lihemberî Şidetê banda daketina qadan li hemû jinan kirin.
Berdefka KJA yê Pinar Kandel diyar kir ku berxwedana Xwişkên Mirabelan li hemberî diktatoriya Dominikê bandora perperokê bû ku pêl bi pêl di roja me de xelekên wê mezin bû, hemû cîhan bandorkir û îro li Kurdistan û Tirkiyê rêxistinên jinan lê xwedî derdikevin. Pinar da zanîn ku despêkê deshilatî ji rêxistinkirina jinan ditirsin. Pinar balkişand ser qetilkirina 3 jinên şoreşger û tazîkirina Ekin Wan û bang li hemû jinan kir ku li hemberî vê hişmendiyê dakevin qadan.
'Bi jinên rêxistinkiri yên navnetewî re ketina têkiliyê giringe'
Ji Jinên Komeleya Çareseriyên Nû yên Parastin Mafê Jinan Zelal Ayman jî balkişand ser terora dewletê ya li Tirkiyê tê jiyîn û diyar kir ku di van rewşan de herî zêde jin bandor dibin. Zelal da zanîn ku wan ser înternetê dest bi kapmaniyaya sekinandina şer û şideta li Tirkiyê her diçe zêde dibe kirine û dê encamên ku derketin jî di 25'ê Mijdarê de radestî Rêxistinên Jinan ên Navnetewî bikin û wiha domand: "25'ê Mijdarê berê evqas nedihat zanîn. 25'ê Mijdarê bi qasî 8'ê Adarê nedihat zanîn. Sedema sereke ya 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê li Kurdistan û Tirkiyê wiha tê zanîn jî ji ber şidet, tacîz, tecawîz û qirkirinên li Tirkiyê her diçin zêde dibine."
Ji Şêwirmendiya Jinên Zanîngehê Arzu Dogan jî li hemberî şidet, tacîz û tecawîza li zanîngehan tên kirin banga "Jin derkevin qadan" kir.
'Jin û jinên trans heman travmayan dijîn'
Zelal Demir a LGBTİ yî jî got: "Em tevgerek a kolananin. Li Tirkiyê pir pirsgirêkên transan û jinan ji hev nayên cudakirin. Ji ber wê jî divê li hemberî van pirsgirêkan em bi hev re tekoşînê bilind bikin û di roja 25'ê Mijdarê de li qadan bin."
'Ji bo ji mirinên jinan re bêjin bese dakevin qadan'
Ji Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan Gulsum Kav jî bilêv kir ku her diçe cînayetên jinan zêde dibe. Gulsum anî ziman ku li gel di sala 2011'an de Hevpeyîmana Stenbolê hatiye îmzakirin jî lê hîna neketiye meriyetê. Gulsum diyar kir ku tê di vê mijarê de di roja 25'ê Mijdarê de ser mecilisa Tirkiyê de bigirin.
'Jinên koçber ne mêvanin penaberin'
Berdefka Wexfa Pêşdebirina Çavkaniyên Mirovan (ÎKGV) yê Tugba Dundar jî balkişand ser pirsgirêk û rewşa jinên koçber û wiha dom kir: "Jinên koçberên tên Tirkiyê ji ber pirsgirêkên heyî mirinê didin ber çavê xwe û diçin welatên ji derve. Ji ber ku Tirkiye weke mêvanan li koçberan dinêre û ji ber wê jî ti pirsgirêkên wan çareser nakin. Ji bo wê jî divê em bi dewletê bidin pejirandin ku ew koçberin ne mêvanin. Ji bo ku ev jinên koçber ji pirsgirêkên birîçî, cihên hewandinê, tacîz û tecawîzê bên rizgarkirin divê em hemû destê xwe bidin hev û tekoşîna xwe bilind bikin."
(zt)