Berxwedan berdewame bi hezaran kes ser rêya gundan re hewildidin xwe bigihînin Nisêbînê

12:54

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê di roja 10'an de dibin dorpêçê de berxwedan berdewam dike. Ji bo şikandina çemberê bi hezaran welatî ketin ser rêya Nisêbînêk, hîna 35 kîlometre mayî pêşiya wan hat girtin. Girse hewildidin ser gundan re xwe bigihînin Nisêbînê.

Li Navçeya Nisêbîna Mêrdînê dibin dorpêçê de 10 rojin berxwedan berdewam dike. Li taxên Newroz, Firat, Abdulkadirpaşa û Yenişehir ên dibin dorpêçê de te vahiya şevê şer lê giranbû. Li hemberî êrîşan berxwedana gel jî bê navber berdewam kir. Li gorî agahiyên hatine girtin di dema êrîşan de welatiyekê jiyana xwe jidest daye. Li navçeyê elektirkîk û xetên gihandinê hatine birîn.

Li aliyê dinê Parlementerên HDP'ê Gulser Yıldırım, Ali Atalan, Erol Dora û Mithat Sancar li Aydınlar Petrol a ku hîna 10 kîlometre mayî ji ketina navçeyê re li wê dest bi gireva birçîbûnê kirine, ji wan jî agahî nayê girtin.

Ji bo alîkarîdayîna berxwedana dibin çemberê de berdewam dike di navê de aktîvîstên KJA yê, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Ahmet Turk, Odeya Tabibên Mêrdînê, nûnerên KESK û DÎSK'ê, rêveberên navend û navçeyên HDP û DBP'ê jî di navê de bi hezaran wesayît bi awayê konvo ji Mêrdînê ber bi Nisêbînê ve ketin rê. Qereqola leşkeran a di rê de pêşiya konvoyê girtin û diyar kirin ku ketina navçeyê qedexeye. Bi hezaran welatiyên ku qedexe nasnekirin ser rêya gundê Dara yê re ketin rê ji bo ketina hindirê navçeyê.

Hîna 35 kîlometre mayî carekdinê rêya girseyê hat birîn. Bi hezaran welatî vêcarê li ser gundên derdorê re hewildidin xwe bigihînin navçeyê.

(zt)