Li Dêrikê jin ji bo 25'ê Mijdarê civiyan
13:27
Mijdar
22
/ 2015
JINHA
DERIK- Li bajarê Dêrikê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de bi pêşengiya Yekîtiye Star civînek ji bo jinan hat çêkirin.
Bi pêşengiya Yekîtiya Star li Rojava çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê berdewam dikin. Li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê civînek ji jinan re hat çêkirin. Endama Rêveberiya Yekîtiya Star Gulîstan Osman û Seroka Desteya Jinên Wuriyanî Elîzabe Gewriya jî di navê de gelek jin di civînê de amadebûn. Piştî axaftinên jinan sînevizyonek ser ji dîrokê heya niha şideta ser jinan hat nîşandan.
(db)