Girseya ku dimeşe Nisêbînê rastî êrîşa polîsan hatin

15:42

JINHA

MÊRDÎN - Nisêbînê 10 rojin dibin dorpêçê de li hemberî êrîşan liber xwe dide. Ji bo şikandina dorpêçê di navê de parlementerên HDP'ê û Hevseroka Giştiya DBP'ê Emîne Ayna jî heyî welatiyên xwestin bimeşin navçeyê rastî mudaxeleya polîsan a bi avaşid û bombeyên gazê hatin. Hat zanîn ku di êrîşa polîs û leşkeran guleyên rastî bikaranîn de parlementerên di gireva birçîbûnê debûn gelek bandorbûn.

Li Naveçya Nisêbîna Mêrdînê 10 rojin dibin dorpêçê de êrîş berdewam dikin. Ji bo rakirina dorpêçê di navê de Hevseroka Giştiya DBP'ê Emîne Ayna, Hevserokê Bajarê Mezinê Mêrdînê Ahmet Turk, Oda Tabîban a Mêrdînê, rêveberên KESK û DÎSK'ê, rêveberên navend û navçeyeyên HDP û DBP'ê li gel parlementerên di girevabirçîbûnê de Gulser Yildirim, Ali Atalan, Erol Dora û Mithat Sancar jî di navê de bi hezaran kes berbi navçeyê ve meşiyan.

Girse li ber Aydinlar Pertolê girhiştin parlementerên di girevê de û ji wê ber bi navçeyê ve meşiyan. Bi bombeyên gazê û ava şid polîsan mudaxeleyî girseyê kirin. Di êrîşê de dem dem guleyên rastî jî hatin avêtin. Ji ber gaza zêde parlementerên di girevê de gelek bandorbûn.

(dk/zt)